DYE û Talîbanan li hev nekirin

Tûra heyştemîn a hevdîtinên navbera DYE û Talîbanan ku li bajarê Doha yê Qatarê pêk hat, bêyî lihevkirinê bi dawî bû.

Hevdîtinên li Qatarê ji dawiya sala 2018'an û vir ve didome. Di hevdîtinan de tê xwestin peymanek bê amadekirin ku di berdêla vekişîna hêzên Emerîkî de Talîban têkiliya xwe ya bi El Qaîdeyê re bibire û di mijara ewlekariyê de temînatê pêşkêş bike.

Eger lihevkirin pêk were wê destwerdana 18 salan a leşkerî ya Emerîkayê bi dawî bibe. Washington ji Talîbanan dixwaze ku Efganistan nebe baregeha komekê.

Li gorî Reutersê berdevkekî tevgera Talîbanê ji bo tûra heyştemîn a li Dohayê got, "Dirêj bû û bêkêr bû."

Berdevk Zabîhûllah Mucahîd got, "Her du aliyan biryar wergirtin ku ji bo qonaxa din bi rêveberên xwe bişêwirin."

Heyeta DYE her wiha ji Talîbanan dixwaze ku agirbestê ragihîne û bi hikumeta Efgan re jî yekser hevdîtinan bike. Talîban jî heta niha hikumeta Efgan weke mûxatab nabîne.

Endamekî heyeta Talîbanan a li Qatarê got, "Bi hêviya lihevkirinê me hevdîtin dirêj kir lê belê pêk nehat" û diyar kir, "Me der barê hin mijaran de nîqaş kirin, der barê hin ji wan re me li hev kir, lê belê em negihîştin encamekê."

Heyeta Emerîkayê der barê mijarê de hîn tiştek negotiye, lê belê şefê muzakereyê yê DYE'yê Zalmay Halîlzad Yekşemê di daxuyaniyekê de gotibû, "Ji bo aştiyeke bi serbilindî û mayinde" ew bi hesasiyet dixebitin.