DYA’yê dest bi zextên li ser Îranê kir

DYA dîsa dest bi zextên li ser Îranê dike.  Yekîtiya Ewrûpayê jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ew ê li gorî peymana nukleerê tevbigerin.

 Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo diyar kir ku li ser daxwaza Serokê DYA’yê Donald Trûmp ew ê Qesra Spî vê Duşemê dest bi zextan bike.

Trûmp di meha Gulanê de biryar dabû ku xwe ji peymana nukleer a di Tîrmeha 2015’an de ya li Viyanayê vekişîne. Peymana nukleeer di navbera DYA, Rûsya, Çîn, Fransa, Îngîltere, Elmanya û Îranê hatibû îmzekirin. Zexta pêşîn a li ser Îranê ew ê vê Duşemê were destpêkirin.

Nûnera Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Federîca Mogherînî tevî Wezîrên Karên Derve yên Elmanya, Fransa û Îngîltereyê daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku destpêkirina zextan wan dixe nav fikaran.

Welatên Yekîtiya Ewrûpayê diyar kirin ku ew amade ne aktorên ekonomîk biparêzin ên ku têkiliyên bazirganiyê yên meşrû bi Îranê re danîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zagona antî-boykot a Yekîtiya Ewrûpayê ji bo parastina şîrketên Yekîtiya Ewrûpayê yên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin ew ê di 7’ê Tebaxê de têkeve meriyetê.