DYA: Rûsya û rejîm dixwazin agirbesta li Îdlibê bi dawî bibe

DYA'yê ragihand Rûsya ya ku îdîa dike 24’ê Mijdarê li Helebê çekên kîmyewî hatine bikaranîn, dixwaze agirbesta li Îdlibê bi dawî bike.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) Robert Palladîno got; “Êrîşa 24’ê Mijdarê ya li Helebê ya li dijî rejîmê ku tê îdîakirin bi çekên kîmyewî pêk hatiye 'Propagandya reş e’.” Palladîno diyar kir ku îdîaya êrîşê ji aliyê rejîma Sûriye û Rûsyayê ve hatiye kirin û armanca wan têkbirina agirbesta li Îdlibê ye.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya DYA’yê îdîa kir ku 24’ê Mijdarê Rûsya û hêzên rejîmê li dijî gel bombeyên çavan dişewitîne bi karvanîne. Li gorî berdevkê wezaretê rejîm û Rûsya ji bo hincetên erîşên komên li Îdlibê teza êrîşa bi çekên kimyewî ya ‘mûxalîfan’ belav dike.