Di şeş mehan de 300 hezar penaber çûn YE’yê

Di 6 mehên pêşîn ên 2019’an de hejmara penaberên ku berê xwe dane Yekîtiya Ewropayê li gorî sala borî 10 ji sedî zêde bû û bi ser 300 hezaran ket.

Hate hînbûn ku hejmara penaberên ku di 6 mehên pêşîn ê vê salê de çûne Yekîtiya Ewropayê zêde bûye. Li gorî daneyên ajansa îltîcayê ya EASO’yê ji Çileya 2019’an heta Hezîranê 305 hezar kesan serlêdana îltîcayê kirine. Ev hejmar li gorî sala 2018’an 10 ji sedî zêde bûye.

Di sala 2018’an de 586 hezar, di sala 2017’an de 655 hezar, di sala 2016’an de milyonek û 206 hezar û di sala 2015’an de jî milyonek û 257 hezar kesan serlêdana penaberiyê kiribûn. Wekî salên borî serlêdan herî zêde li Elmanyayê hate kirin.

RÊJEYA QEBÛLKIRINÊ DI NAVBERA 30 Û 50 JI SEDÎ DE YE

YE girîngiyê dide vî tiştî ku penaberan qeyd bikin ji ber ku bi awayekî îllegal gelek penaber li welatên Ewropayê dijîn. Rêjeya qebûlkirina penabertiyê jî di navbera 30 û 50 ji sedî de ye. Ango ji du sê kesên ku serî lêdane tenê kesek penabertiya wî qebûl dibe.

Li gorî nûçeyeke rojnameya Dîe Welt a Elmanyayê ji Çileyê heta Hezîranê bi giştî 100 hezar û 233 kesan ji bo penabertiyê serî li Elmanyayê dane û rêjeya kesên penabertiya wan hatine qebûlkirin jî 24 ji sedî ye.

Li gorî biryareke YE a di sala 2015’an de penaberên ku diçûn Îtalya û Yewnanistanê wê li welatên din bihatina parvekirin. Lê Komara Çekê, Macaristan, Polonya û Slovakya li dijî kotaya penaberan derketibûn. Ji bo betalkirina kotaya penaberan Macaristan û Slovakyayê li Dîwana Edaletê ya Ewropayê doz vekiribûn lê doza wa nehatibû qebûlkirin.