'Di firotina petrolê de Iraq wê sala 2030'î bibe welatê sêyemîn'

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (AEN) diyar kir, li gorî texmînan wê Iraq sala 2030'î rojê nêzî 6 milyon varîl petrolê hilberîne û li dinyayê bibe welatê sêyemîn ku petrolê difiroşe.

Li gorî AEN'ê, Iraq wê di nava deh salên bê de hilberîna xwe ya petrolê rojane 1.3 milyon varîlî zêde bike û bigihîne 5.9 varîlî. Li gorî texmînên di raporê de hatin ragihandin, heta sala 2030'î Iraq wê rojane 4.4 milyon varîl petrolê bifiroşe derve.

Midûrê rêveber ê ajansê Fatîh Bîrol got, "Iraq ji bo salên bê, wê yek ji hîmên bingehîn ên bazara petrolê be û bi wî rengî bimîne."

Li gorî Bîrol, rêveberiya Bexdayê ji sala 2012'an û vir ve li gel êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê jî hilberîna petrolê 50 ji sedî zêde kir. Bîrol got, "Ev rewş nîşan dide ku endustriya petrolê ya li Iraqê qewîn e."

Li gorî heman raporê, kêmaniya razemeniya biyanî, nearamiya siyasî û kêmbûna avê dikare li pêşiya hilberînê bibin asteng.

Iraq di rewşa heyî de pêncemîn welatê sereke ye ku li dinyayê petrolê hildiberîne û difiroşe derve.