Di bomberdûmana artêşa Îsraîlê de 18 Filîstînî birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê li dijî Filîstînê êrîş li dar xist û di êrîşê de herî kêm 18 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê îro piştî navbera çend saetan dîsa Filîstîn bomberdûman kir. Di bomberdûmanê de 18 kes birîndar bûn.

Hamasê duh diyar kiribû ku piştî êrîşa Îsraîlê ew ê tu çalakiyan li dar nexin. Di êrîşên duh de jineke ducanî û zarokekî jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî ku hêzên çekdar ên Filîstînê gotibûn ‘Em ê çalakiyan li dar nexin’ bomberdûman nehatibû kirin. Lê piştre çar roket ber bi herêma Beer-Sheva ya Îsraîlê hate avêtin. Îsraîlê jî bersiv da vê çalakiyê û di bomberdûmanê de 18 Filîstînî birîndar bûn.