DAÎŞ’ê li Nîjeryayê qetlîam kir: 69 kes mirin

Di qetlîama çeteyên DAÎŞ’ê roja Sêşemê li Eyaleta Borno ya dikeve bakurê rojhilatê Nîjaryayê kir de bi kêmanî 69 kes mirin.

Koma bi navê Dewleta Îslamî ya Efrîqa (ISWAP) a girêdayî DAÎŞ’ê ku ji Boko Haram qûtbûye û xwe rêxistin kiriye êrîşî gundê Felo ya bajarokê Bûbîoyê kir. Di qetlîama ku gundiyên bi karê lawirvaniyê ve mijûl dibûn de bi kêmanî 60 kes hatine kuştin. Bîlanoya berî niha hatibû ragihandin hatibû gotin ku 59 kes mirine.

Li gorî çavkaniyên milîsên xwecihî hinek kes bi çekan û hinek jî bi wesayîtan hatin perçiqandin û mirin.

Berpireskî xwecihî ragihand ku êrîş weke bersivdayîna milîsên parastina cewherî ya gundiyan ji bo parastina lawir û xwe avakirî ku çeteyên DAÎŞ’ê kuştinbûn pêk hatiye.

Bajarokê Gûbîa yê 80 kêlometre dûrî paytexta eyaletê Maîdûgûriyê ye, berî niha gelek caran ISWAP’ê êrîşî wir kiribû.

Ji ber van êrîşan meqamên herêmî, ji bo gund û yên derdor biparêzin ji êrîşan 100 milîs û nêçîrvanên kevneşopî li herêmê bi cih kir.

Çeteyên Boko Haran sala 2016 parçe bûbû. ISWAP a cuda bûbû û girêdayî DAÎŞ’ê ye di nava du salên dawî de hem êrîşî hêzên leşkerî û hem jî sivîlan dike.

Ji roja derketina Boko Haram û vir ve 36 gezar kes mirin, 2 milyon kes jî koçber bûne.