COP23: Kêm welat wê dest ji komirê berdin

Konferansa avhewayê COP23, ku ji aliyê Giravên Fîjî ve tê organîzekirin, lê ji ber kêmasiyan li bajarê Bonn ê Elmanyayê tê lidarxistin, îro diqede. Bi dehan welatan soza girtina santralên komirê dan.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ku qebûl nekiriye dest ji komirê berde, îlan kir ku wê ji bo enerjiya dikare bê nûkirin hê bêhtir budçeyê veqetîne.

HETA SALA 2030'Î WÊ SANTRALÊN KOMIRÊ WERIN GIRTIN

23. konferansa li ser guhertina avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li bajarê Bonn ê Elmanyayê dewam dike. Konferans wê îro biqede. Welatên pîşesaz bûne jî di navê de 20 welatan soz dan ku wê santralên komirê bigirin.

Welatên Fransa, Kanada, Îngilîstan, Hollanda, Zelanda Nû û Danîmarka jî di navê de, di bin navê 'Powerîng Past Coal Allîance (Însiyatîfa Destberdana ji Enerjiya Komirê)' de li hev civiyan. Van welatan soz dan ku heta sala 2030'î hemû santralên xwe yên komirê bigire.

Ji bo girtin an jî dema girtina 148 santralên girtinê yên li Elmanyayê jî nîqaş hê dewam dikin. Santralên komirê tevî Elmanyayê li gelemperiya cîhanê 40 ji sedî ya elektrîkê hildiberîne.

DYA DEST JI KOMIRÊ BERNEDE JÎ WÊ DESTEKÊ BIDE ENERJIYA DIKARE BÊ NÛKIRIN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî ku bi hatina Donald Trûmp re ji armancên avhewayê paş ve gav avêt, li dijî girtina santralên komirê ye. DYA tenê di asta dîplomatekî de tevlî civîna bilind a îsal bû. Li DYA'yê tevî kêmbûna belavkirina kardondîoksîtê (CO2) re mezinbûna aboriyê, nîşan dide ku Trûmp di helwesta xwe ya der barê guhertina avhewayê de mafdar nîne. Aboriya DYA di nava 12 salên dawî de bi rêjeya 15 ji sedî mezin bû. Di heman demê de belavkirina karbondîoksîtê jî bi rêjeya 11.5 ji sedî kêm bû. Donald Trûpm li dijî wê yekê derdikeve ku sotemeniya fosîl a komir, petrol û gazê, her wiha gazên din ên bi zerar, rê li ber germahiya global vedikin.

Ji rêveberên Wezareta Hawirdorê ya DYA Jûdîth Garber di civîna bilind de ragihand, ku welatê wan wê hê bêhtir destekê bide enerjiya dikare were nûkirin. Garber diyar kir ku polîtîkaya kêmkirina belavkirina karbondîoksîtê ya welatê wan, wê bi rengekî ku 'ewlekariya enerjiyê nexe xeteriyê' bê meşandin.