Civîna 'li her welatî ji heman karî re heman mûçe' didome

Bi hewldanên reformê re ku Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî havînê gelek caran anî ziman, tê xwestin ku pêşî li xebitandina mirovên li welatên paşmayî bi mûçeyê kêm bê girtin.

Wezîrên kar ên welatên Yekîtiya Ewropayê, ku duh li Luksembûrgê li hev civiyan, di pîvana 'di karê wekhev de mûçeyê wekhev' li hev kirin. lê ji ber nerazîbûna bi deh hezaran karkerên li gelek sektoran, blokajek heye. Tê zanîn, ev yek wê bandoreke neyînî li deh hezaran kedkarên li welatên Ewropa navîn, rojhilat û başûr ên di karê barkişandî de dixebitin, bike.

Ji bo kedkarên ragihandinê yên Spanya û Portekîzê, welatê Fransa weke çavkaniya herî girîng a karê bi mûçeyekî bilind tê dîtin. Li xurtirîn welatê Yekîtiya Ewropayê Elmanyayê jî, kedkarên ji Polonya û welatên din ên li rojhilat û herêma navîn a Ewropayê, di ajokariya otobus, TIR, qemyon û wesayitên din ên bar dikişînin de tên bikaranîn.

Fransa, Elmanya, Awûstûrya, Hollanda, Belçîka û Luksembûrg ku mûçeyên lê tê dayin zêde ye, dixwazin ku li heman welatan ji heman karî re heman mûçeyê wekhev bê dayin. Ev yek wê bandoreke neyînî li welatên ku asta wan a hatineyê kêm be, bike. Ligel vê jî ji neçarî destekê didin vê daxwazê.