Brîtanya: Xetên ragihandinê yên dîplomatîk ne ewle ne

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hûnt ku di navbera welatê wî û Rûsyayê de krîza ajan û îstîbaratê heye, diyar kir ku ji bilî hin welatên hevalbend, axaftina bi telefonê ewle nîne.

Jeremy Hûnd li Londonê ji çapemeniyê re axivî û got, di têkilî û ragihandina bi welatên hevalbend re ew hewl didin xetên telefonê yên bi ewle bi kar bînin.

Hûnt diyar kir, 9'ê Tîrmehê dema ku wî dest bi wezîfeyê kir, tenê bi DYA, Kanada, Awûstralya û Zelanda nû re xetên ewle yên telefonê hebûn. Hûnt got, bi biryara wî re êdî bi Japonya, Elmanya û Fransayê re jî axaftinên dîplomatîk bi xetên ewle hatin kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê bal kişand ser pêşketina teknolojiyê û bi taybetî axaftina bi rêya Whatsappê ya dîplomatan bi bîr xist. Hûnt diyar kir ku ev rewş wî dixe nava 'tirs û fikaran' û got, ew li dijî têkilî û ragihandina bi rêya mesajan e.

Hûnt got, pêwîste hin axaftin teqez li ser xeta ewle bên kirin.