Berdevkê Karên Derve yê DYE’yê: Em ê Tirkiyeyê di mijara Hamasê de hişyar bikin

Piştî îdîayên ku digotin, wê rayedarên Hamasê bar bikin Tirkiyeyê, Washingtonê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê hişyariyê bidin Tirkiyeyê û jê re ragihînin ku têkiliyên bi Hamasê re nabe mîna berê bê meşandin.

Piştî îdîayên ku wê rayedarên Hamasê derbasî Tirkiyeyê bibin, Washingtonê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYE’yê Matthew Miller neanî ziman ku ev îdîa rast in yan na lê belê got ku ew ê di mijara Hamasê de hişyariyan bidin Tirkiyeyê. 

‘NABE KU TÊKILIYÊN LI GEL HAMASÊ WEKE BERÊ BERDEWAM BIKIN’

Miller anî ziman ku divê Hamas li Tirkiyeya hevkarê NATO’yê nemîne û got: ‘’Em ê bi awayekî eşkere Tirkiyeyê hişyar bikin ku êdî ew nikare weke berê li gel Hamasê di nava têkiliyê de be. Miller destnîşan kir ku li DYE’yê dozên derheqê rêveberên Hamasê de berdewam dikin û got ku divê ev kes ji DYE’yê re werin radestkirin.

Çapemeniya Îsraîlê îdîa kiribû ku rêveberên Hamasê wê bar bikin Tirkiyeyê. Enqereyê jî diyar kir ku îdîa ne rast in, lê di heman demê de ragihand ku rêveberên Hamasê serdana Tirkiyeyê kirin.