Êrîş birin ser qenala televîzyonê: Kesek mir, 23 kes birîndar bûn

Li paytexta Afganîstanê Kabîlê êrîş bi ser stasyona televîzyonê ya Shamshadê de bû. Kesek hate kuştin, 23 kes jî birîndar bûn.

Şahidên bûyerê dibêjin dema ku êrîş birin ser Shamshad TV ya Kabîlê de komeke çekdar bi ser avahiyê de girtiye, hema di pey re weşana televÎsyonê hatiye birîn û piştre jî dengê bombeyan hatiye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve diyar kir ku 2-3 kesan êrîş pêk anîne û hêzên ewlehiyê ji bo ku xebatkarên televîzyonê xilas bikin li cihê bûyerê ne. Li gorî berdevkê Komîteya Olîmpîk ji paş qadê ve 20 kes hatine derxistin, jinek jê dema ku direviya hatiye kuştin.

Li gorî nûçeyên medyaya xwecih di êrîşê de 20 nûçegihan û 3 polîs birîndar bûne. Di êrîşê de dengê 3 bombeyan hatiye.