BI DÎMEN

Albûma Nû ya Hozan Comerd derket

Hozan Comert albûmeke nû ya bi navê “Xozan” derxist. Hozan Comerd got, “Dema ku em helbestvanên xwe yên sûfî dixwînin, em felsefe, trajedî û destanan dibînin. Min xwest ku felsefe û hunera wan bi muzîkê re bigihînim hev.”

Bavê şehîdan, hunermendê Kurdistanê Comerd, albûma xwe ya nû derxist. Navê albûmê “Xozan” e û gotinek bi Dimilî ye. Ji gotinên "xwe" û "zan" tê û wateya wê "xwe bizane" ye.

Di albûmê de 9 stran cih digirin. Hunermend helbestên Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Pertew Begê Hekarî û Seydayê Tîrêj hilbijartiye. Albûmek taybet e. Bi maqama kasîdeyê û helbestên sûfî hatiye amadekirin û guhdar bi 14 enstrumanên cuda têrî muzîkê dibin. Aranjorê albûmê Hakan Akay e û amadekirina albûmê du sal kişandiye.

Albûma "Xozan"ê Art Recordsê derxistiye. Hozan Comerd dê roja Şemiyê beşdarî Newroza Frankfurtê bibe. Ew ê albuma xwe li vir li standa Art Recordsê îmze bike. Cîhana îro êdî albûm wek kaset û CD nayên derxistin. Mirov bi QR Code guhdar dike. Ji bo albumê pirtûkek bêrîkê hatiye amadekirin. QR Code û gotinên stranan di vê pirtûkê de cih digire.

Ji ber ku hin helbestên albûmê beriya sedsalan hatiye nivîsandin, îro hin gotin nayên fêmkirin. Di pirtûka bêrîkê de hem helbestên orîjînal û hem jî guhertoya wê ya ku li gorî kurdiya îro hatiye adaptekirin cih digire. Her wiha amadekaran helbestan wergerandine îngilîzî jî.

STRANÊN ALBUMÊ

Stranên ku di albumê de cih digirin ev in:

Dil ji Min Bir

Gotin: Meleyê Cizîrî

Muzîk: Xozan Comerd

 

Hezar Hezar Sal û Zeman

Gotin: Rezaliyê Reşîd

Muzîk: Xozan Comerd

 

Bejna şepal

Gotin: Pertew Begê Hekarî

Muzîk: Xozan Comerd

 

Husna Te

Gotin: Melayê Bateyî

Muzîk: Hozan Comerd

 

Aşiqê Zulfa Reş im

Gotin: Melayê Bateyî

Muzîk: Hozan Comerd

 

Sorgulî

Gotin: Melayê Bateyî

Muzîk: Xozan Comerd

 

Des û Dû Îmam:

Gotin û Muzîk: Xozan Comerd

 

Govenda Felekî

Vatê û Muzîk: Emîr Alî Yağan, Ferhat Tunç

 

Ti Kê Berbena û Gozelê:

Gotin: Seydayê Tîrêj

Muzîk: Xozan Comerd

 

MUZÎKJENÊN ALBÛMÊ

Muzîkjen û ekîba teknîkî ya ku di albûmê de cih digire ji van navan pêk tê:

Music Producer: Hakan Akay

Mastering: Fisheye Music, Stefan Heger

Bass: Philipp Bardenberg

Piano: Clemens T.Orth

Tembur: Hakan Akay

Guitar: Klaus Bittner

Percussion: Fethi Ak

Daf, Tombak: Reza Samani

Traditional Violin:Metehan Dada

Ney: Eyupcan Acikpazu

Santur: Kiomars Musayyebi

Violin 1: Rostislav Kozhevnikov

Violin 2: Barbara Streil

Viola: Justyna Sliwa

Cello: Teemu Myöhänen

Photo: Pîroz

MEQAMA KASÎDEYÊ Û HELBESTÊN SÛFÎ

Hozan Comerd heyranê wêjeya sûfî û muzîka kasîdeyan e. Ev albûm nîşaneya vê heyraniyê ye. Hunermend ji ajansa me re axivî û wiha got:

"Dema ku em helbestvanên xwe yên sûfî dixwînin, em felsefe, trajedî û destanan dibînin. Min xwest ku felsefe û hunera wan bi muzîkê re bigihînim hev. Mesela min Ehmedê Xanî 4 caran xwendiye. Dîsa jî ez têr nebûm e. Divê mirov wê ezber bike. Helbestên kesên wek Melayê Cizîrî û Melayê Batê pir kûr in. Carnan tenê peyvek we digihîne cîhanek cuda.

Min xwest ku fîlozofên me fahm bikim. Lewma em demeke dirêj bi hevalên muzîkjen re xebitîn. 2 sal in em li studyoyê ne. Me xwest em muzîkeke dewlemend û hêjayî felsefeya wan bi dest bixin. Me li stûdyoyê ji xwe re tenê muzîk çênekiriye. Me gotinên wan nirxandin, carinan bi saetan li ser peyvekê em axivîn. Nirxên gelê me ye. Em bi wêje û fîlozofiya wan serbilind in."

Hozan Comerd, bavê şehîd Sînan Cemgîl Kahraman û Taylan Kahraman e. Bavê şehîdan Hozan Comerd herî dawî ev tişt got:

"Bi salan e em ji bo hewcedariyên rojane baz didin. Em diçin bîranîn, şahî û  pîrozbahiyan... Ji ber vê yekê min nekarî wextê pêwîst bidim wêjeya tesewuf, tevî ku min pir jê hez dikir. Ev album lêborînek e ji wê hezkirinê re. Her wiha em mirovên çand û hunerê ne. Erkên me bilind kirina moralê gelê me ye. Em êş û kêfxweşiya gelê xwe tînin ziman.

Yek jî Kurdistan ev 40 sal in di nav tofanekê de derbas dibe. Me bi deh hezaran şehîd dan. Şehîdên me gelê me parastin û em kirin yek. Felsefeyek mezin derket holê. Vê felsefeyê gelê me parast û em bûn yek. Di vê albûmê de yek ji tiştên ku me herî zêde bala xwe dayê ev bû: Me hewl da ku em muzîkek layiqî van nirxan bikin. Êdî albûm dê di destê guhdaran de be. Ew ê xebatên me binirxînin. Ez hezkirin û rêzdariya xwe pêşkêşî gelê me dikim."