AKP'ya Fasê di hilbijartinê de derbeke giran xwar

Partiya Adalet û Rabûnê (PJD) ya Fasê ku ev 10 sal in li parlamentoyê xwedî piranî kursiyan bû û li ser hikûmetê bû, di hilbijartinê de derbeke giran xwar.

Partiya Adalet û Rabûnê (PJD) a Fasê, ku weke li Tirkiyê jê re ''Partiya Ampûlê'' tê gotin, di hilbijartina 8'ê Îlonê de nekete rêza sêyan jî.

AKP ya Fasê li parlamentoyê nebû xwedî 12 kursiyan jî. Li gorî encamên ku Wezareta Karê Navxwe ragihadî di hilbijartinê de Yekîtiya Serbixweyên Lîberal a Wezîrê Çandiniyê (RNI) Ezîz Ahannûş bi ser ket.  RNI ku jê re ''Partiya Kevokan'' tê gotin, ji 395 kursiyên parlamentoyê bû xwedî 97 kursiyan.

Partiya Esîltiyê û Hevçaxiyê (PAM) ku ji RNI'yê re digot, ''Partiya Traktorê'' bû xwedî 82 kursiyan, partiya Îstîklalê ku partiya herî berê ya welêt e bi 78 kursiyan, kete rêza sêyan.

Yekîtiya Hêzên Gel ên Sosyalîst kete rêza çaran, PJD jî tenê bû xwedî 8 kursiyan.

Ti partî nebû xwedî ew qas kursî ku bi serê xwe bikaribe hikûmetê ava bike. Ji niha û pê ve divê tifaq werin danîn û hikûmeta koalîsyonê were danîn. Kral Mihemedê 6'an ji partiya serkeftî wê kesekî peywirdar bike da ku hikûmertê ava bike.

PJD'ê ji 'tevgera 20'ê Sibatê'' ku guhartiya Bihara Ereb a Fasê bû, sûd wergirtibû, di hilbijartinê de bi ser ketibû û bi serê xwe bûbû desthilat.