Îranê xwest ku leşkerên DYE'yê ji Bexdayê derkevin

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî bi serdaneke fermî Şemiyê çû Îranê. Lîderê giyanî yê Îranê Seyid Elî Hamanet xwest ku leşkerên DYE'yê ji Iraqê werin derxistin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî ku li ser vexwendina Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî çûyî Tehranê, bi lîderê giyanî Seyîd Elî Hamaney û Serokkomarê Îranê û gelek rayedarên Îranê  re rûnişt.

Piştî hevdîtina Evdilmehdî û Hamaney, Hamaney got, ''Emerîkî li kûderê demeke dirêj mabin, pêvajoya derxistina wan a ji wan welatan zehmet dibe.''

Hamaney got Emerîkî , ''demokrasiya Iraqê' û hebûna aktivîstên siyasî dijberî xwe dibîne û diyar kir, ''Leşkerên Emerîkî demildest divê ji Iraqê werin derxistin''. Hamanet her wiha got, ''Emerîkî û dûvelingên wan ên li herêmê, dijberê avaniya demokratîk a niha ya li Iraqê û dijberê desthilata niha ne û vê di berjewendiya xwe de nabînin.''

Hamaney her wiha diyar kir Emerîkî ne tenê bi armanca leşkerî li Iraqê ne, dixwazin domdirêj bimînin û hewl dide ku dewletên herêmê dîzayn bike.

Serokwezîrê Iraqî Evdilmehdî jî got, ''Dewlet û gelê Îranê di her demên zehmet de li cem dewleta Iraqê û gelê Iraqê ne. Mînaka vê ya dawî, bi desteka Îranê têkbirina DAÎŞ'ê ya li Iraqê ye.''