Çi hêvî ji hilbijartina Iraqê tê kirin?

Li Iraqê bang hate kirin ku nêzî 24 milyon ji bo dengdanê xwe bikar binin biçin ser sindoqan. Her çendî ev hilbijartin piştî têkbirina DAIŞ’ê hatibe jî, dengdêr ji daxwaz û bangên rêveberan ên aramî, aborî û ewlekariyê bawer nakin.

Di hilbijartina giştî de ji bo 329 kursiyan, ji 7 hezar nemzetan zêdetir ketin pêşbaziyê. Encamên destpêkê tê payîn ku di saetên şevê de eşkere bibin.

Piştî encamên hilbijartinê û şûnde li gorî Destûra Bingehîn divê di nava 90 rojan de hikûmeta nû bê avakirin. Ji sala 2003’an û şûnde ku piştî rejîma Seddam Huseyîn hate rûxandin û vir ve, Serokwezîrtî ji bo yeke Şîa, ji bo Serokê Parlemetoyê jî yeke Sunî û ji bo Serokkomariyê jî yeke Kurd dihate hilbijartin. Her 3 jî ji aliyê parlementoyê ve dihate hilbijartin.

PIRSGIRÊKÊN LI BENDA ÇARESERKIRINÊ

Ji beriya her tiştî divê hikûmeta nû, di nava tifaqande dengeyekê bide avakirin. Yekane pirsgirêka ku hikûmet li ber çavan bigire ne ev tenê ye. Ya ji hemûyan girîngtir, kêrhatiyên di warê bawerî û netewên cihê yên li welat bikar di nav hev de bigire ye.

Di serî de çeteyên DAIŞ’ê û gelek pêk hate, ji nerazîbûnên cihêtiya Sûniyan hêz girtin. Bi taybet ji sala 2006’an heta 2014’an di dema hikûmeta Nûrî El Malkî yê Şîa nerazîbûn di wî warî de hebûn.

Hikûmeta nû mîna dengeyên civakî, hêzên herêmî û netewî li ber çavgirtin, li gel pirsgirêkên hê mezintir, pirsgirêka ji nû ve avakiriyê heye. Divê welat ji nû ve bê avakirin. Binesaziya ku ji şer ziyanên mezin dîtine dîsa xizmetgozarî, li benda çareseriyê ne. Yek ji pirsgirêkên din ên li pêşiya Bexdayê Başûrê Kurdistanê ye. Şêwazê lihevkirinên ku li gel Kurdan jî dane, wê cihê Iraqê yê siberojê jî diyar bike.

 ‘TIFAQA SERKETINÊ’ YA EBADÎ

Serokwezîr Heyder El Ebadî yê 66 salî, dema ku beriya 4 salan bê desthilatê, daxwaz ji bo gel dabû ku wê dawî li polîtîkayên cihêtiyê yê serokwezîrê berê bi dawî bike. Piştî rizgarkirina Mûsilê ya ji DAIŞ’ê û şûnde, referandûma di pêşengtiya PDK’ê de kire hincet di serî de Kerkûk li dijî bajarên Kurdan dest bi operayonekê kirin.

‘Tifaqa Serketinê’ ya Ebadî, li 18 parêzgehan weke namzet hate û yek lîste nîşandan bal kişand. Lê Ebadî ji ber nelirêtiya li nava dewletê de pir bi fikar e. Li gel vê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bû sedem ku 100 milyar dolar ziyana welat bike.

JI BO JINAN WELATEKÎ METIRSÎ YE

Piştî hilweşîna rejîma Sedam jî, di rewşa jinan de guhertin çenebû. Nexasim piştî çeteyên DAIŞ’ê derketin holê, zewicandinên bi zorê, pirzewacî, ferzkirina fûhûşê û pirsgirêka di siyasetê de temsîlkirina jinê bi awayekî giran tê jiyîn. Lewre hê jî Iraq, ji bo jinan welatekî metirsî ye.

GEL JI ÇÎN A RÊVEBER BAWER NAKE

Bi gelemperî di navbera çîna serdest û gel de kêşeya baweriyê didome. Di vê hilbijartinê de jî nêrîna gel a li hemberî çîna jor de guhertinek çênebû, bertek û bêbaweriya gel didome. Li welêt li aliyekî êrîşên DAIŞ’ê û şer didome, ji aliyê din ve di salên dawiyê de li gelek herêman gendelî, nelirêtî û nebûna xizmetê, çalakiyên gel pêk hatin.

TÊKILIYÊN BERFIREH ÊN AMÎRÎ BI ÎRANÊ RE HENE

Li pêşiya Ebadî du rikberên sereke hene: Nûrî El Malîkî û fermandarê Heşdî Şabî Hadî el Amîrî ku bi Îranê re di nav têkiliyên xurt de ye.

Îtîfaqa serkeftinê ya Ebadî, hejmara zêde ya kursiyan bidest bixe jî ji bo bikaribe hikumetekî saz bike divê muzakereyan bike. Weke Ebadî, Amîrî jî kampanyaya xwe ya hilbijartinê spart serkeftina li hemberî DAIŞ’ê hatî bidestxistin. Amîriyê 63 salî bi Kasim Suleymanî ku fermandarê muhafizê şoreşa Îranê û berpirsyarê operasyonên derve yê îranê re xwedî têkiliyên berfireh e.

MALÎKÎ DÎSA DIXWAZE BIBE DESTHILATDAR

Malîkî, piştî desthilatdariya xwe ya heşt salan, di sala 2004’an de ji desthilatdariyê ketibû. Tevî rêveberiya xwe ya xirab û windahiyên xwe yên siyasî dîsa dixwaze bibe desthiladar.

KURD

Kurd bi taboloyeke siyasî ya nû tevlî vê hilbijartinê dibe. Kurdên ku bi partiya nû, bi tifaq û namzetên hê bi hêz re tevlî hilbijartinê bûn, li gel vê bi rîska wê li Parlementoya Iraqê nêzî 10 kursiyan winda bikirin re rû bi rû ye. Kurdan hilbijartina beriya vê 62 kursî bi dest xistibûn, roleke kilît lîstibûn.

Ev hilbijartin di gelek aliyan de ji bo siberojê xwedî wate ye. Ji bo Şengalê jî xwedî cihekî taybet e. Şengaliyên ku çeteyên DAIŞ’ê di qirkirinê re derbaskirîn, cara yekem e ku nûnerên xwe weke namzet diyar kirin.