Çeteyên DAÎŞ'ê xwe li bejahiya Iraqê ji nû ve bi rêxistin kirin

Li gorî du raporên Pentagon û Neteweyên Yekbûyî, çeteyên DAÎŞ'ê li Sûriye û Iraqê ji nû ve zindî dibin. Tê gotin, koma çete bi taybetî xwe li bejahiya Iraqê bi rêxistin dike.

Di du raporên ku beriya demeke kurt hatin weşandin de hate ragihandin, DAÎŞ bi 30 hezar endamên xwe yên biyanî hîn jî gefê dixwe. Rapor diyar dikin ku DAÎŞ a li qadê têk çû ji nû ve vegeriya ye.

Pisporên ku ji rojnameya L'Echo ya Belçîkî re axivîn diyar kirin, ku ev yek gefeke cidî ye.

Keleha dawî ya di destê çeteyên DAÎŞ'ê de bû di Adara 2019'an de ji aliyê QSD'ê ve hatibû têkbirin. Her çend bê gotin ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bi dawî bûye jî raporên dawî eşkere dikin ku rewş cuda ye. Çavkaniyekî dîplomatîk ê Belçîkî dibêje, "Ev yek rewşeke surprîz nîne."

Çeteyên DAÎŞ'ê hîn jî li Efrîkaya Rojava aktîf e. Gelek komên li wê herêmê soz dane ku wê bi DAÎŞ'ê ve girêdayî bin û bi vî rengî terorê dikin.

Sermufetîşê operasyona Inherent Resolve Glenn A. Fine ku armanca xwe têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ya li Iraq û Sûriyeyê ye, di 2'ê Tebaxê de raporek pêşkêşî kongreya Emerîkayê kir û ragihand, çeteyên DAÎŞ'ê li Iraqê êrîşên xwekujî dike, mirovan direvînin û zeviyan dişewitînin. Di heman raporê de hate gotin, "Her wiha li Sûriyeyê hucreyên vejînê ava kir û hêza xwe ya fermandarî û kontrolê ya li Iraqê berfireh kir."

Li gorî vê rapora Pentagonê li Sûriye û Iraqê ji 14 heta 18 hezar endamên DAÎŞ'ê hene.

Pisporê DAÎŞ'ê yê Jerusalem Institute of Strategy and Security (JISS) lêkolîner Jonathan Spyer diyar kir ku dema çend meh berê çû Iraqê dîtiye ku li bejahiya Iraqê DAÎŞ xwe ji nû ve bi rêxistin dike. Li gorî Syper rewşeke bi heman rengî li bakur û başûrê Sûriyeyê jî heye.

Neteweyên Yekbûyî jî di 15'ê Tîrmehê de raporek bi heman rengî weşandibû.