Çalakger Îmam Şîş: Xwedî li rûmeta xwe derkevin

Îmam Şîş ê ku li Gallerê 60 roj in, di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye diyar kir ku divê her kes xwedî li rûmeta xwe derkeve.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Newport ê Galê Îmam Şîş 60 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Tendirustiya Îmam Şîş her ku diçe, xerabtir dibe. Bijîşkan îro tendirustiya Îmam Şîş kontrol kirin û diyar kirin ku tansiyona wî gelekî kêm bûye û gelek kîlo daye. Hate ragihandn ku rîska enfeksiyonê zêde bûye û Şîş 14 kîlo kêm kiriye.

Şîş diyar kir ku ligel serêş, zikêş û westandinê ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Şîş ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku divê gelê Kurd li her derê rabin piyan û got ku, “Rewşa Leyla Guven gelekî krîtîk e. Rewşa hemû hevalên çalakger krîtîk e. Çalakiyên di vê pêvajoyê de têr nake. Çawa ku 20 sal berê bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ çalakî hatibûn destpêkirin divê îro jî li dora Rêbertî em bibin xeleq. Hemû cîhan bêdeng bimîne jî, wê berxwedana me bidome. Sibê salvegera 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ye, divê her Kurdên xwedîrûmet dakevin qadan û divê xwedî li rûmeta xwe derkevin. Em ê vê tecrîdê bi hev re bişkînin.”