Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re bikin serê sibê çûn Îmramliyê. Endamên şandeyê piştî hevditin kirin ji Girava Îmraliyê vegeriyan. Endamên şandeyê piştî vegeriyan li ber nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin daxuyanî da. Pervîn Bûldan peyama Rêber Apo ya ji bo Sirri Sureyya Onder şand, parve kir.
Rêber Apo li ser rewşa Sirri Sureyya peyam şand û got: “
Ji bo Sirri Sureyya Onder.
Ji ber nexweşiya Sirri şifayên xêrê dixwazim. Ji malbat, dostên wî û heskirinên wî re dibêjim derbasî be û şifa be. Min bi Sirri Sureya Onder re 12 sal mesayî derbas kir. Girîngiya wî hilgirtiye ev e: Ji Semsûrê ye. Ji koka Tirkmenan e. Kevneşopiya Baba Îshak temsîl dike. Hewldana aştiya mezin teyisand civakê, di şexsê xwe de pêşdaraza civakê şikand. Wî ev yek kir. Pêşdaraziyên civakê şikand, li Meclisê şikand, li kolanan şikand.
Ya ku di şexsê wî de jîndar bûye, em jê re dibêjin gen û çanda Anatoliyê. Tişta ku em jê re dibêjin aştî, genên Anatoliyê û kevneşopiyên Tirkmenan jîndarkirin e. Onder kesayetekî wisa ye û ev jî cewhera rastîn a Tirkmentiyê ye: Nasnameya herî baş a aştiyê û nasnameya herî baş a çandê ye. Li dijî feraseta ‘Bi israr bikim dijmin û bi vê şêwazê siyasetê bikim’ tevgerandin e.
Çanda Onder a têkoşîna li dijî neyîniyan û li gel neyîniyan meşandin gelek girîng e. Neyîniyên ku derketin holê beyî wan kûr bike ew vegerandin aliyê erênî. Ez dibînim ku her kes diçin nexweşxaneya ku Onder lê dimîne û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wî re eşkere dikin. Rêya vê girêdanê de hewldanên wî yên aştiyê jî têxin pratîkê. Careke din ez ji bo wî, malbata wî û heskirinên wî dibêjim derbasî be. Ez hevî dikim ku demek berî demekê baş bibe û bi coş û bi hêz têkeve nava me.”
Pervîn Bûldan da zanîn ku hevdîtina ku îro bi Rêber Apo re kirine 2 saet û nîv dom kiriye û hevdîtin gelek berhemdar derbas bûye. Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêber Apo der barê pêvajoyê de hêviya xwe û xebatên xwe didomîne.