Parçekirina Kurdistanê xizmeta kê dike?

Pirsgirêka Tirkiye ne PKK ye, belku pirsgirêka wê, Îran, Sûriye, Emerîka û Ewropa jî hebûna Kurdê Azad e. Ew Kurdên teslîmkar dixwazin. Kurdekî dixwazin ku ji xwe biyanî û bêdeng be. Kurdekî parçebûyî û nezan dixwazin ku baştir xizmetê wan bike.

Veguhestin û bicihkirina hêzên pêşmerge li Zînî Wertê li her çar parçeyên Kurdistanê bûye rojeveke sereke. Pirs û tirsa gel ev e ku encamekî çawa ji wê rewşê derkeve? Eger alozî û şerê çekdarî di navbera hêzên Kurd de dest pê bike wê karesateke çawa bi xwe re bîne?

ENCAMA EZMÛNÊN HEMÛ PARTÎ Û ALIYAN YA BERÊ Û NIHA LI BER ÇAVAN E

Her kes wê baş dizane ku Kurdistan yek parçe te û gelê Kurd jî yek netewe ye, lê belê bi destê dagirkeran û hêzên biyanî Kurdistan kirin çar parçe û mîna pariyê xêrê li ser her çar dagirkeran ve hate parvekirin. Serhildanên kesên azadîxwaz ya li dijî zext û zoriyê ji aliyê dewletên serdest ve hatine tepisandin. Di heman demê de hêzên hegemon çar dewletên ferzkirî yên li gorî berjewendiyên xwe damezirandin. Tenê beşek ji wan aliyên şoreşger ku serdemekê ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyan û şehîd dane, ji ber çav berdane kursî, desthilat û pereyan, ketin xizmeta komplogeran. Kurdistana ku kiribûn 4 parçe, a niha kirin hezar parçe. Êdî gelek ji aliyan wan napejirînin. Ev jî defikeke dijmin e ku li Kurdistanê bi awayekî eşkere bandora xwe nîşan da, ango parçe bike û desthilatiya xwe bi rê ve bibe. Hizra netewî veguherî hizra parçeyî, daket hizra hizbî û malbatî û niha jî daketiye asta hizra takekesî. Ji aliyê din ve pergala perwerdeyî û jiyanî ya ku dagirkerên Kurdistanê li ser gel ferzkirî, hişmendiya dîrokî ya Kurdan jê biriye. Bi şêweyekî sîstematîk û bê hurmetî çand û zimanê Kurdî bê nirx kirine; gelê Kurd gihandine wê astê ku bi xwe çand, ziman, dîrok û kesayetiya xwe biçûk bibîne. Kesayetiyeke ji xwe ne bawer, bê hest û bê îrade ava kirine. Weke ku Rêber Apo dibêje: “Kurd evîndarê celadê xwe ye.” Ev rastiyek e. Encamê ezmûnên hemû partî û aliyan ya berê û niha li ber çavan e.

ÇIMA TIRKIYE DOSTÊ WE YE Û DIJMINÊ PKK’Ê YE?

PKK di qonaxeke wiha de hate damezerandin. Ta ji destpêkê ve PKK navê parçeya ku lê hate damezrandin wek Partiya Karkerên Kurdistan a Tirkiyê nepejirand. Rêber Apo bi tena xwe dest pê kir. Pirsiyar ev e ku gelo Rêber Apo wiha difikirî ku ez ê ewqasî bi hêz bibim ku her çar parçeyên Kurdistanê dagir bikim? Aqil vê yekê qebûl nake, ji ber ku rewşa Bakurê Kurdistanê li gorî rewşa hemû parçeyên din ji hemûyan xirabtir bû, di astekî de bû ku bi Kurdî axaftin sûc bûye. Rêber Apo di dîrokê de li bersiva wê pirsê geriya. Dahûrandina hemû serhildanên çêbûyî kiriye, ji kêmasî û aliyên wan ên baş ders derxistiye. Gihîşte vê baweriyê ku Kurdistaneke bi hişmendiya parçeyî vê encax bibe Kurdistaneke ya parçebûyî û Kurdekî dijî Kurd. Ji ber wê hemû jiyan û têkoşîna xwe xiste bin xizmeta yekîtiya neteweyî. Bê guman destkeftiyên pir girîng û mezin jî bi dest xist. Di vir de dixwazim îşare bi vê yekê bikim ku aliyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê, PKK’ê dikin hinceta bombebaranên dewleta dagirker a Tirkiyeyê. Birîna hêzên pêşmerge ya ji bo Wertê ku bû sedema nerazîbûna PKK’ê, carekî din rê da ku hindek aliyên Başûr di daxuyaniyên xwe de bi wêrekî bêjin ku ‘bila PKK biçe Tirkiyeyê û bixebite’. Baş e ew aliyên ku wisa dibêjin bila eşkere bikin ka çima Tirkiye dostê we ye û dijminê PKK’ê ye? Çima Sedam dostê partiyên Rojhilatî wek Komele û  Demokrat û dijminê we bû? Çima Îran dijminê partiyên Rojhilatî ye û dostê we ye? Baş dizanin ku Tirkiyê beriya niha jî bi rêya PDK’ê hat û Silêmanî dagir kir. Baş e YNK, ne PKK bû. PKK li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî heye û ew der vala nekiriye.

HEBÛNA KURDÊN AZAD JI XWE RE DIKIN PIRSGIRÊK

Pirsgirêka Tirkiye ne PKK ye, belku pirsgirêka wê, Îran, Sûriye, Emerîka û Ewropa jî hebûna Kurdê Azad e. Ew Kurdên teslîmkar dixwazin. Kurdekî dixwazin ku ji xwe biyanî û bêdeng be. Kurdekî parçebûyî û nezan dixwazin ku baştir xizmetê wan bike. Başûrê Kurdistanê ne tenê cihê talangeriya hêzên Tirk e ber ku bûye navendekî îstîxbaratî û dukanekî ya malên hemû welatan e.

EV HÊZ BI DESTÛRA TIRKIYE Û EMERÎKAYÊ JI BO ARMANCEKÊ HATINE HERÊMÊ

Mijareke din ku divê her kes baş bizane ev e ku qada xebatê ya PKK ne tenê Tirkiye ye. Ji ber ku PKK tenê ji gelê Bakurê Kurdistanê pêk nehatiye. Min li jor qala wê kiribû ku Rêber Apo tevgera azadîxwaziyê bi hişmendiya parçeyî danemezrandiye. Hizra xwe bi şêweyekî Kurdistanî hûnandiye, lewre îro Rojhilata Navîn jî xistiye bin bandora wê felsefeyê. Temenê PKK ji gelek partiyên din ên Kurdan jî kêmtir e. Di dîroka Kurdan de kîjan partî û aliyekî Kurdî hebûye ku ji gelê her çar parçeyên Kurdistanê, netewên din ên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê pêk hatibe? Sedem ev e ku Rêber Apo kesayetiya Kurdistanî ava kiriye. Hêz û bawerî daye gelê Kurd. Xewn û xeyalên gelê Kurd pêk aniye. Li her çar parçeyên Kurdistanê bê ku kerameta kesayetiya Kurd bişkîne hêzên parastina gel ava kiriye. Ne tenê bi wê ve sînordar e ber ku bi ruhekî fedayî kerameta Kurdistanê parastiye. Gel, Tevgera Apoyî baş nas dike û wê ji bo xwe wek mezintirîn hêvî dibînin. Eşkere ye ku kîjan aliyê Kurd bixwaze li hemberî Tevgera Apoyî şer bike wê bibe mîna qirş û pûşa ber bayê ya nerazîbûna gelê Kurd. Dixwaze bila dagirker û hêzên biyanî jî alîkariyê bidin wan. Tevgera Apoyî Kirmaşan, Qamişlo, Amed û Hewlêr gihande hev. Ruhê netewî danî pêşiya kesayetê Kurdê mirî. Kurdê azad jî li Kurdistanê mêvanê kesê nîne. Her Kurdekî xwedî wijdan û welatparêz dizane ku dewleta dagirker a Tirk çavê xwe berdaye Başûrê Kurdistanê. Dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û Mîsaqê Milî ji nû ve zindî bike. Bila kes xwe nexapîne ku Emerîka piştevanê Kurdan e, li Başûrê Kurdistanê dimîne û vê rê nede Tirkiyeyê. Eger Emerîka dostê Kurdan be, di dema ku Heşdê Şebî Kerkûk û navçeyên din dagirkirin de vê bêdeng nebûya. Ma qey Heşdî Şebî dijminê Emerîka nîne? Dijmin dixwaze wê armancê xwe bi destê Kurdan pêk bîne. Bi pêxistina agirê şerê navxweyî ya Kurdan dixwaze şandin û bicihkirina leşkerên xwe li ser esasê ku bi temamî Başûr dagir bike rewa nîşan bide. Tenê ev gotina Erdogan ya ku digot ‘Ew şaşitiya ku me derbarê Federala Başûr de kir em ê ji bo Rojava nekin’ belgeyekî rast û eşkere ye ji bo ku mirov siyasetên du rû yên neyarên Kurdan fêhm bike. Êdî di vir de ti gumanek nemaye ku ew hêz bi destûra Tirkiye û Emerîkayê ji bo du armanc û mebestan hatiye herêmê:

  1. Li gorî hesasbûna erdnîgariya herêmê, dixwazin kontrola xwe li ser Tevgera Apoyî ku hêviya Kurdan e û Qendîl ku mîna qibleya Kurdan e çêbikin û vê hêvî û qibleyê bişkînin û carekî din kesayeta Kurdê Azad têk bibin. Her wiha rêya dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî vekin.
  2. Aloziyên di navbera Emerîka û Îranê her ku diçe kûrtir dibe. Rewşa navxweyî û ya derveyî ya Îranê jî di astekî herî jor de xirab e. Li beramberî dibetiya her cure serhildan û guhertinekî ya li Îranê, Emerîka hewl dide ku bi lewazkirina Tevgera Apoyî li Rojhilatê Kurdistanê rêveberiyekî xweser ya li ser bingeha fikrê Rêber Apo ava nebe.

Di her du rewşan de jî berjewendiyeke gelê Kurd tune ye.