Li Nisêbînê êrîşî goristana Êzidiyan kirin
Goristana 300 salî ya Êzidiyan li Nisêbînê hate talankirin.
Goristana 300 salî ya Êzidiyan li Nisêbînê hate talankirin.
Goristana Hesen Beg Êzidî ya 300 salî ku li taxa Mezre Mihoka (Çilesiz) a li herêma Çiyayê Bagokê û herêma Êzidî lê dijîn a girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate talankirin. Kevirên goristanan û mermerên ku navên kesên jiyana xwe ji dest dayin li ser nivîsî şikandin û hinek sembolên Êzidiyan jî parçe kirin. Di nava sembolên Êzidiyan yên hatîn parçekirin de sembolên pîroz yên rojê û melekê tawuz hebûn.