Krîza pandemiyê awayê çalakiyên xwe ava dike

Pandemiya koronavîrusê ya ku bandoreke mezin li dinyayê kir, hesta serhildan û afirîneriyê têk nebir. Vê krîzê awayê çalakî û hevgirtina xwe ava kir.

Di sala 2019’an de xwepêşandanên mezin pêk hatibû. Ji ber pandemiya Covîd-19’ê xwepêşandanên mezin hatin qedexekirin, bi milyaran kes vekişiyan malên xwe. Lê ji Rojhilata Navîn heta Ewropa, Asya û Emerîkaya Latîn vê hesta serhildanê ji holê nehate rakirin.

Di şertên pandemiyê de çalakger ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin û têkoşîna xwe geş bikin metodên afirîner peyda kirin. Çalakger û protestovanan metodên alternatîf ava kirin.

Roja Sêşemê li Moskovayê ji bo ku dewlet alîkariyê bide malbatan li ser yoûtûbeyê çalakiyeke mezin a protestoyê hate lidarxistin. Kesên ku salên berê tevlî çalakiyan bûbûn ji wan hate xwestin ku wêneyên pankartan bişînin. Bi vî awayî metodek hate dîtin.

Di rojên dawîn de bernameya Zoom a telekonferansê li Polonyayê ji aliyê alîgirên kurtajê hatin bikaranîn.

Bi pankartan selfî hatin girtin, li ser facebookê şîrove hatin kirin, maîl ji parlementeran re hate şandin, li ser înternetê daxwazname hatin amadekirin û li dijî astengkirina mafê kurtajê bertek nîşanî muxalefetê dan.

Çalakgerên jîngehê jî bi etîketa ‘#digitalstrike kampanyayan dimeşînin.

Li DYE’yê li dijî mayina li mal, di wesayîtan de çalakî hate lidarxistin. Li Îsraîlê jî bi hezaran kes tevî maskeyan li Tel Avîvê li qadekê kom bûn.

Li Elmanyayê jî çalakiyeke bêçalakî hate lidarxistin. Li Qada Romerberg a Frankfûrtê bi kursiyan hate dagirkirin.

Yek ji qada bingehîn a çalakiyan jî şaneşîn bû. Li Kolombiyayê ji bo alîkariyê ji rayedaran bixwazin paçikên sor bi paceyan ve hate kirin. Li Kosovayê pankart bi şaneşîn hate daliqandin û bangên grevê hate kirin.

Bi nêzbûna 1’ê Gulanê re wê sendîka jî bixwazin bi komputer û şaneşînan hevgirtin were kirin.

Bêguman ev çalakî ne bi qasî çalakiyên li kolanan xwedî bandor e. Tê diyarkirin ku wê çalakiyên protestoyê hate demekê qedexe be û civaka sivîl ji bo giraniyê bi dest bixe divê çalakiyên xurt bike.

Di pandemiyê de di qadên siyasî, ekonomîk û çandî de encamên cihê derketin holê. Heke ev şewb bi dawî bibe jî wê encamên wê demeke dirêj bidome. Desthilatdarî jî ji bo ku tehakuma xwe zêde û mayinde bikin, dest bi amadekariyan dike.

Civaka sivîl him ji bo ku di van şertan de çalakiyên mayinde bike û him jî serî bi krîza piştî pandemiyê derxe, divê amadekariyên baş bike.