Heyeta DEM Partiyê ji bo dîtina Rêber Apo ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Faîk Ozgur Erol ji bo dîtina Rêber Apo çûn Girava Îmraliyê.
Ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Faîk Ozgur Erol ji bo dîtina Rêber Apo çûn Girava Îmraliyê.
Ji Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Parlamentera Wanê Pervîn Bûldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ji bo dîtina Rêber Apo ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.
Rêber Apo piştî tecrîda mutleq a 44 mehan di 23'ê Cotmeha 2024'an de bi biraziyê xwe Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan re hevdîtin kiribû.
Piştre jî destûr ji Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re hatibû dayin ku biçe Îmraliyê. Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê 28'ê Kanûna 2024'an, 22'ê Çile û 27'ê Sibata 2025'an 3 caran çû Îmraliyê.