Gelo Behdînan herêma heyştemîn a Tirkiyeyê ye?

Kî hewl dide Behdînanê û Başûrê Kurdistanê bike herêma 8'emîn a Tirkiyeyê, divê gelê me li dijî wan bi rengekî topyekûn helwestê nîşan bide.

Piştî ku hêzên PDK'ê li herêma Zînî Wertê biryargehek ava kirin û gelek pêşmerge lê bi cih kirin, rojev û rewşeke nû ava bû. Destpêkê hate gotin ku ev yek tevdîreke ji bo kontrola têkildarî vîrûsa koronayê. Piştre daxuyaniyên xumamî û nakok hatin kirin. Herî dawî Nêçirvan Barzanî bi daxuyaniyekê diyar kir ku divê PKK Başûrê Kurdistanê biterikîne û bi vî rengî armanca xwe ya bingehîn anî ziman.

Ji destpêkê ve eşkere bû ku ev yek tevdîra li dijî vîrûsa koronayê nîne. Xwestin vê  yekê ji xwe re bikin bahane û firsendek ji bo bicihbûna li herêmê. Zînî Wertê di navbera Qendîlê û Karoxê de heye, geliyek e. Destpêka Herêmên Parastinê yên Medyayê û çiyayê Qendîlê ye. Ji ber ku xwedî girîngiyeke stratejîk e, weke beşek ji hewldana dorpêçkirina Qendîlê dikare bê dîtin.

Li vê derê beriya niha hejmareke biçûk a Pêşmergeyên YNK'ê hebû. Yanî ji PDK'ê wêdetir  YNK li vê herêmê hebû. Gelo çi bû ku YNK'ê ji nişka ve hêzên xwe vekişand û PDK'ê hêzên xwe li herêmê civand. Her kesên herêmê hinekî nas dikin û ji siyasetê hinekî fêhm dikin, zanin ku di vir de hesabekî cuda heye.

PDK BI DEWLETA TIRK RE XWEDÎ TÊKILIYEKE QIRÊJ E

PDK demeke dirêj e bi dewleta Tirk a mêtinger re xwedî têkiliyeke qirêj e. Di her astê de bi artêşa Tirk û MÎT'ê re di nava têkilî û hevkariyê de tevdigere. Ji dewleta mêtinger re herêmên nû yên baregehan vedike, piştgiriya lojîstîk didê, derfetê dide ku MÎT karibe li her devera Başûrê Kurdistanê tevbigere. Bi saya vê yekê karê ajankirinê salên dawî li Başûrê Kurdistanê gelekî zêde bûye.

Gelê me yê Başûr welatparêz e û ji dewletên mêtinger gelekî aciz e. Lê belê mîna li her welatî heye, li vir jî noker û xayin her tim hene ku amade ne xwe bifiroşin. Hin kes hene ku bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk bi berdêla pereyan hatine kirîn. Di vir de sûc û berpirsyariya herî mezin li ser milê rêveberiya PDK'ê ye ku firsend û zemînê dide vê yekê. Her wiha hêzên desthilatdariyê yên mîna wan tevdigerin û polîtîkayên wan jî berpirsyar e.

PDK'ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta mêtinger bi gotinê jî helwestek nîşan nedaye. Şehadeta gerîla li aliyekî li dijî komkujiyên ku gelê me yê sivîl dibin qurbanî helwestek nîşan nedaye. Li gorî PDK'ê êriş û operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst hemû rewa ne, sedema van êrişan jî PKK ye. Eger vê yekê bi rengekî vekirî nikaribe bîne ziman, sedema vê jî fikara wan a ji ber raya giştî ya Kurd e. Mîna ku di daxuyaniya dawî de jî hate dîtin, carna bi rengekî vekirî jî tîne ziman.

SALEKE AMBARGO LI SER KAMPA MEXMÛRÊ HEYE

Dewleta Tirk a mêtinger gelek deverên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Rojekê jî ji dewleta TC re daxuyaniyeke wiha nedaye, jê re negotiye ku çi karê te li Kurdistanê heye, lê belê ji Tevgera Azadiyê ya ku xaka xwe, welat û gelê xwe diparêze dibêje, ji vir derkeve. Ev yek karakter û exlaqê PDK'ê bi rengekî eşkere radixe pêş çavan. Heman PDK'ê berê pêşniyar li DYE'yê kiribû ku Kurdistanê weke eyalteeke xwe qebûl bike. Niha jî mîna ku herêmeke dewleta TC ye nêzî Behdînanê û Başûrê Kurdistanê dibe.

Tu ye ewqasî serî li ber dijmin bitewîne, hevkariyê pê re bike, lê belê tevger û endamên wê yên ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe weke dijmin bibîne. Mîna desthilatdariyan hemûyan PDK jî xizmetê ji gelê xwe re nake, lê xizmetê ji hêzên derve re dike. Yek ji mînakên herî zelal ên vê yekê jî ambargoya li ser Kampa Mexmûrê ye. Nêzî saleke ambargoyeke giran li ser şêniyên bajarok heye, ketin û derketina ji herêmê tê astengkirin. Hincet jî ew e ku ajanekî MÎT'ê ji aliyê ciwanên welatparêz ên Kurdistanê ve hatiye kuştin.

Gelo li Kurdistanê kîjan Kurd kêfa xwe ji cezakirina ajanekî re nayê? Kuştina ajanekî payebilind ê dewleta mêtinger, çawa dikare bibe cihê nerazîbûneke ewqasî mezin? Parastina hêzeke dagirker di vê astê de gelo çawa dikare bê îzahkirin? Ev yek weke rastiya mirovekî mêtinger û hevkariya pê re nîşan dide.

GELÊ KU SERÎ LI BER TC'Ê NETEWANDIYE, GELO WÊ SERÎ LI BER HEVKARAN BITEWÎNE?

Di salên 1990'î de dewleta mêtinger gelek gund û navçeyên Bakurê Kurdistanê dorpêç kir û ambargo danî ser. Vê dewleta faşîst bi xwe jî ewqasî demdirêj ambargo ferz nekir. Lê belê PDK vê yekê li ser gelê xwe ferz dike. Ji qral bêhtir mîna qral tevdigere. Gelê Mexmûrê ji zilma dewleta mêtinge reviya û li vê kampê bi cih bû. Ji ber ku teslîmî dewletê nebû û îradeya jiyana azad nîşan da, berê xwe neda metropolên Tirkiyeyê, lê berê xwe da Başûrê Kurdistanê.

Gelekî ku serê xwe li ber TC'ê netewandiye, gelo wê serê xwe li ber hêzeke hevkariyê bi TC'ê re dike bitewîne? PDK'ê hêzên derve ji xwe re kiriye hinceta hebûnê, lewma li gorî berjewenidyên neteweyî tevnagere. Xema xwe ya sereke ne yekîtî û berjewendiyên neteweyî yên gelê me ye, karê xwe yê sereke berjewendiyên desthilatdariyê ye. Tevî hewldanan hemûyan ji ber vê yekê hewldanên ji bo avakirina yekîtiya neteweyî têk bir, xwe ji yekîtiyê vegirt. Di têkiliyên siyasî û dîplomatîk de ne li gorî berjewendiyên neteweyî, li gorî berjewendiyên hindikahiya li desthilatdariyê tevgeriya. Rêveberiyeke bi vî rengî ye.

Dewleta Tirk a mêtinger ne tenê dijminê têkoşîna azadiyê û PKK'ê ye. Ew dijminê Kurdan hemûyan e. Ji bo Kurd nebin xwedî statuyeke azad, ev yek ji xwe re kiriye hinceta hebûnê. Azadiya gelê Kurd weke tinebûna xwe dibîne, xwedî zîhniyeteke ewçend nexweş, nîjadperest û faşîst e. Polîtîkayên qirkirinê li gelê Kurd ferz dike. PKK nebe wê ev dewlet ji bo rojekê jî xwe li hebûna PDK'ê ranegire.

ZEHMET E KU PDK JI ÎSRAÎL Û DYE'YÊ CUDA TEVBIGERE

Gelo me ne ew bûn ku ji ber qebûlkirina statuya Başûrê Kurdistanê gotin ku ew poşman in? Li dijî referandûma serxwebûnê ya sala 2016'an helwesteke dijber nîşan nedan? Dinya hemû bi vê zane, lê çi ecêb e ku PDK serê xwe ji nava axê dernaxîne û vê yekê nabîne. Yan jî ji bo berjewendiyên xwe yên rojane her tiştî feda dike. Yek ji polîtîkayên bingehîn ên mêtingeran ew e ku Kurdan bi Kurdan bidin kuştin. Ji bo vê jî her rê û rêbazê bi kar tînin. Heman tiştî îro jî dikin. Çawa ku ev li Bakur kir, hewl dide vê li Başûr jî bike. Lê belê PDK bi hêsanî vê yekê qebûl dike.

Tevî ku dibêjin wê careke din tevlî şerê birakujiyê nebin bûyerên ku diqewimin nîşan didin ku rastî ne bi vî rengî ye. Hewldan û nêzîkatiyên li dijî Mexmûr û Zînî Wertê nîşan didin ku PDK li gorî polîtîkayên berjewendiya hêzên derve tevdigere. Gelo bêyî dehfa DYE'yê PDK dikarîbû bikeve nava hewldaneke bi vî rengî ya metirsîdar? Ev jî mijareke ku divê bi girîngî li ser bê rawestandin. Têkiliya PDK'ê ya bi DYE û Îsraîlê re tê zanîn. Gelekî zehmet e ku PDK ji van hêzan cuda tevbigere. Dema ku bûyerên diqewimin bên nirxandin girîng e ku ji perspektîfeke berfireh bên nirxandin.

Pêwîstî bi wê heye ku di nava hevparetiya têkilî û nakokiyên li Rojhilata Navîn bên nirxandin. Ji bo DYE'yê pirsgirêka bingehîn Îran e. Polîtîkaya xwe ya demî ya têkildarî Rojhilata Navîn guhertina rejîma Îranê ye. Nakokiya xwe ya bi PKK'ê re jî îdeolojîk û stratejîk e. Eşkere ye ku têkilî û nakokiyên din hemûyan wê li gorî vê yekê binirxîne. Hedefên ku DYE dema bê berê xwe bide wan ev in. Eger PDK bi dehfa DYE'yê berê xwe dide polîtîkayeke bi vî rengî hingî divê mirov van dibetiyan bibînin. Naxwe eşkere ye ku tenê ji bo feydeya dewleta TC helwesteke wiha nîşan nade.

JI ŞERÊ BIRAKUJIYÊ HERÎ ZÊDE WÊ GEL ZERARÊ BIBÎNE

Bi tehrîk û dehfdana hêzên derve, ihtimal heye ku PDK êrişî Tevgera Azadiyê ya Kurd bike. Eşkere ye ku ji vî şerî wê dijminê me yê sereke wê dewleta TC fêdê werbigire. Xisara herî mezin jî wê li gelê me bibe. Yekane hêza ku li dijî vê rawesteke jî hestiyariya gelê me ye û helwesta gel a li dijî hevkaran e. di vir de nakokiya navbera du partiyên Kurd nîne. Eger mesele bi vî rengî bê nirxandin hingî wê helwesta PDK'ê were rewakirin. Di vir de polîtîkaya hevkariya PDK'ê heye ku bi dewleta Tirk a mêtinger re tevdigere û bûye hevparê operasyonên tunekirinê û dagirkirinê. Pêwîste gelê me vê helwestê û polîtîkayê, yanî PDK'ê rawestîne.

Her kesê alîgirên yekîtî û azadiya gelê me eger helwesteke wiha nîşan bidin wê ev komplo karibe bê têkbirin. Di rewşeke berevajî de dibe ku encameke ku telafiya wê zehmet e rû bide. Ji rewşenbîran heta hunermendan, jinan, ciwanan her Kurd divê vê metirsiyê bibîne û bikeve nava hewldanên li dijî vê yekê. Gotina 'bila birakujî nebe', partî hemû li gorî polîtîkayên neteweyî tevbigerin û karê yekîtiya neteweyî bikin, li hev kom bibin', têrê nakin. Ev gotin tenê nîşaneya nêteke baş e.

Pirsa divê bê kirin wiha ye; Kî xwe nade ber yekîtiya neteweyî, kî provokasyonê dike, kî li şûna berjewendiyên neteweyî berjewendiyên malbatî û partiyî ji xwe re dike esas? Beriya her tiştî divê bersiv ji van pirsan re bê dayin û kî xwe nade ber vê, yan jî berevajî berjewendiyên gelê me tevdigere, divê helwest li dij bê nîşandan. Ji ber ku heta niha ev nehatiye girtin her gotina hatiye gotin li hewa maye û tenê weke gotinê maye.

Kî bi rengekî vekirî bûye hevkarê hêzên mêtinger û li gorî berjewendiyên wan tevdigere, divê li dijî wan helwest bê nîşandan. Dem ew dem e. Kî li pey provokasyonê ye, divê helwest li dijî wan bê nîşandan. Kî bi devê dijmin diaxive, divê li dijî wan helwest bê nîşandan. Kî hewl dide Behdînanê û Başûrê Kurdistanê bike herêma 8'emîn a Tirkiyeyê, divê gelê me li dijî wan bi rengekî topyekûn helwestê nîşan bide.