Divê xelk xayînan tecrîd bike

Dozên Roboskî, Şenyaşar, Îzol û Kurkutan dozên civakî ne. Bi hêviya Kurd hemû, hêzên demokrasiyê û parêzvanên edaletê li van dozan xwedî derkevin, kujer hesab bidin û cezayên heq kirine li wan bên birrîn.

Hezîrana 2018’an li Pirsûsa ser bi Rihayê, AKP’yiyan êrişî malbata Şenyaşar kir, bab û 2 kurên malbatê kuştin. Li Sêwregê jî Hezîrana 2019’an ji malbata Îzol 3 kes ji aliyê AKP’yiyan ve hatin kuştin. Komkujî wisa ne veşartî jî ne, eşkere li ber çavên dinya alemê pêk anîn, jixwe dîmenên van komkujiyan jî hatin parvekirin.

Dîsa polêsên dewleta Tirk Kemal Kurkut ê ciwan, 2017’an roja Newrozê li Amedê kuşt. Wisa biêş bû ev kuştin, wisa giran, ti gotin têra îfadekirina êşa vê kuştina ji bîr naçe, nake. Hem Kemalê ciwan, hem jî mirovên din bi destê rêxistinên dewletê hatin kuştin. Li deverekê AKP’yî, li devera din polês, li cihekî din leşker, weke hev in. Ya muhim, ya dikuje dewlet e, tetikkêş jî dest û lingên xwe dihejînin, serbest digerin. Ev hersê bûyer bi tena xwe têra fêmkirina bêedaletî û zilma dewleta Tirk dikin, ev welat, ê bêedaletiyê ye.

Li dinyayê dewleta herî zêde girtiyên siyasî lê heyî, Tirkiye ye. Bi vê rekorê rûyê din ê bêedaletiyê eşkere dibe. Yên ku 34 ciwanên Roboskî qetil kirin, hîn jî serbest in. Heta kujer hesab nedin, neyên cezakirin Tirkiye wê nikaribe ji bêedaletiyê rizgar bibe.

Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 zarokên wê hatine kuştin, ev 2 meh in, li ber edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. Dibêje heta kujer bên cezakirin, kurê wê yê girtî bê berdan, ew ê nobetê bidomîne. Li gel kurê xwe Ferîd Şenyaşar tevî hemû gef û zextan dest ji nobeta edaletê bernadin. Di meha Remezanê de jî nobeta edaletê digirin, bang li wijdana civakê dikin. Êrişa li dijî vê malbatê nimûneyek e, tiştên bi vê malbatî hatîne kirin, wijdanê mirovahiyê dêşînin. Yên ku serpêhatiya malbata Şenyaşar dibihîzin, jixwe dibêjin, evqas jî nabe.

Bûyer di dema hilbijartinên 2018’an de pêk hat. Xizmên parlementer û rêveberê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz diçin bi ser dikana malbata Şenyaşar de digirin. Ji bo dengê xwe bidin AKP’ê gefan li malbatê dixwin. Malbata Şenyaşar dibêje, partiya me HDP ye, em deng nadin we. Piştî vê bersivê, her heqaretê li malbata Şenyaşar dikin. Bi vê jî namînin, di nava dikana Şenyaşaran de bi çekan êrişî ferdên malbatê dikin. Yanî destdirêjiyê dikin, li ferdên malbatê didin, wan birîndar dikin û dikujin. Yên birîndar rizgar bûyîn jî diçin li nexweşxanê dikujin. Wisa hovane, nemerdî êriş dikin. Ji malbata Şenyaşaran 3, ji êrişkaran jî kesek tê kuştin. Lê dozgerên dewleta Tirk vê koma kujeran nagire. Tevî ku parlementerê AKP’ê Yildiz û xizmên wî yên zêdeyî 10 kesan ji malbata Şenyaşar sê kes kuştine jî, tenê kesek ji wan tê girtin. Ji malbata Şenyaşar jî kesê rastî êrişî hatî, tê girtin. Li her dera dinyayê, li dijî êrişa li ser mal û milk xwe parastin rewa ye. Di vê bûyerê de tenê li êrişkarekî cezayekî sivik hat birrîn, lê ji malbata Şenyaşar li yê bi awayekî rewa xwe parastî, cezayekî giran hat birrîn.

Dema polês û leşkerên dewleta Tirk Kurdan dikujin, ji bo daxwaz û şewqa wan a kuştina Kurdan neşikê, nayên cezakirin. Wekî din, hevkarên vî şerê dewletê yê li dijî Kurdan jî tên parastin, cînayet û sûcên wan jî bêceza dihêlin. Çawa ku kujerên Roboskî ceza nekirin, lê xelat kirin, wisa jî kujerên malbatên Şenyaşar û Îzol jî nayên cezakirin. Ya dimîne xelat e, ew jî ji bo vê dewletê ne cihê gumanê ye. Bi vî rengî ji Kurdên hevkarên dewletê û xayîn re dibêjin, dewlet li pişta we ye.

Heta, ji bo ku Kurdan biperçiqînin, bitirsînin dewlet van hevkar û xayînan destek dike, teşwîqî êrişên wiha dike.

Êrişa li dijî malbata Şenyaşar di rastiyê de li dijî tevahiya Pirsûs-Sirûcê ye. Li Pirsûsê Kurdîtî, welatparêzî xurt e. Bi vê êrişê xwestin îradeya gelê Pirsûsê bişikînin. Gelê Pirsûsê ku ji 7 salî heta 70 salî piştgiriya berxwedana Kobanê kirî, xwestin bi vî awayî ceza bikin. Îbrahîm Yildiz wekî hevkarekî dewletê û xayînekî ev êriş pêk aniye. Jixwe, ji ber vê kiryarê, Yildiz xelat kirin û xistin nava rêveberiya AKP’ê. Ji bo hevkariya bi dewletê re bidomînin, kefçikek hingiv dan ber devê xayînan.

Lazim e ti kes silavê jî nede vê malbatê. Dewlet van hevkarên xwe ceza nake, wan tenê xelat dike. Lê belê, wekî li dijî hemû xayînan tenê gel bi xwe wê bibe xwedî helwêst. Muheqeq dê roj were, ev mirovên destê xwe xistin xwîna Kurdên welatparêz, dê hesab bidin. Lê cezayê herî mezin ew e ku civak wan îzole bike, tecrît bike. Cezayê herî bi bandor û mezin ev tecrîda civakî ye. Mesela, heger li Pirsûsê ti kes silavê nede vê malbatê, wê çawa be? Divê civak wan di nava xwe de bi exlaq û wijdanê civakî ceza bike. Ew rûreşên Pirsûsê û Rihayê hemûyî ne. Heger dikaneke wan heye, bila ti kes neçe derziyekê jî ji wan nekire. Dîsa heger karekî wan heye, divê ti kes neçe ber destê wan neşixule. Mesela dema ji van kujeran yek li kolanê serbest digere, yên li hawirdorê awirên, tu kujer î, lê bibarînin, dê çi bibe? Bi nihêrînekê, bi awirekî jê re bibêjin tu xayîn î, kujerê 3 Kurdên welatperwer î. Bi rastî xelkê Pirsûsê, her mirovê bi wijdan tenê bi awir û helwêstên xwe dikare wan kujeran ceza bike. Pirsûsa Kurdperwer dikare bi rihetî vê yekê bike, kujeran bi edaleta civakî ceza bike.

Herkes dizane li Kurdistanê xayînên wekî Îbrahîm Yildiz û hevkarên dewletê nikarin rihet razên. Xewnereşkan dibînin, dewlet çiqas wan biparêze jî ji tirsan dilerizin. Lê dibêjin, ti feyda tirsê ji ecelê re nîne. Berê li Kurdistanê yên hevkar û xayîn bêceza diman; heta hevkarên dewletê dibûn xwedî îtîbar jî. Lê rastiya civakî û siyasî ya Kurdan gelekî guheriye. Êdî xayîn ji siya xwe ditirsin. Îtîbarê li aliyekî, Kurd bi nifiran navê xayînan hildidin.

Hin bûyer hene birînên civakî vedikin. Kuştina Kemal Kurkut hîn jî dilê me diêşîne. Êrişa li dijî malbata Şenyaşar jî wisa, di dilê me tevan de, di dilê Kurdan de êş û birîn e. Ev doz êdî ne ya malbata Şenyaşar tenê ye, doza Kurdan tevan e, doza şervanên edaletê hemûyan e. Êdî civak dev ji van kujeran bernade, heta heqê wanbide wan. Jixwe, civak tê wateya wijdan, û edaleta civakî xwe disipêre wê rêgeza bingehîn. Ya ku wan kujeran ceza jî bike, ev edaleta civakî ye. Çi zû û çi dereng, cezayê wan heq kirine, wê li wan bê birrîn. Belkî bimîne sibe, lê namîne ji wan re.

Dozên Roboskî, Şenyaşar, Îzol û Kurkutan dozên civakî ne. Bi hêviya Kurd hemû, hêzên demokrasiyê û parêzvanên edaletê li van dozan xwedî derkevin, kujer hesab bidin û cezayên heq kirine li wan bên birrîn.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA