Divê mirov xwe ji AKP'ê û vîrûsê rizgar bikin

Li komara ji pîvanên bê sînor, qedexe û fermanên şexsekî, ji bilî rabûna ser piyan a gel, çareyeke din nîne. Rewş êdî bi vî rengî nabe.

Di dema AKP'ê de mirin û kuştin êdî asayî kirin. Mêr ê serdest pişta xwe spart desthilatdariyê û bû xwedî navê 'mêr ê serdest ê kujer'. Bîlançoya kuştina jinan tê eşkerekirin, lê belê hejmar timî kêm e. Bi deh hezara kesî 'întihar' kirin. Bi deh hezaran kes hene ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Hejmara mirovên ku li tevahiya cîhanê ji ber vê şewbê jiyana xwe ji dest dane, negihîştiye hejmara mirovên ku ji aliyê AKP'ê ve hatine kuştin. Ji ber vê yekê pênaseya 'dewlet a kujer' herî zêde li hikumeta AKP-MHP'ê tê.

Pirtûka pîroz dibêje, 'mirov hebûneyê herî bi şeref e'. Desthilatdariya AKP-MHP'ê jî bi amûrên xwe yên faşîzmê hewl dide wateya hebûnê ya vê hebûneya bi şeref ji holê rabike. Êrişê dibe ser mafê jiyanê, hebûnê û hilmstandinê yê mirovan li vê gerdûnê. Întihar tevî ku aliyên xwe yên sosyolojîk hene, her wiha ivê mirov bi van êrişên faşîzmê yên li dijî hebûna civakê-mirovan rave bikin.

Di demekê de ku cîhan bi temamî li dijî şewba global têdikoşin, wan bi sedan wesayitên zirxî şandin Idlibê. Navê firsendperestiya berbiçav rejîma AKP-MHP'ê ye. Bi înkar û qirkirina Kurdan şer dibe derveyî sînorên Tirkiyeyê. Korona dema ku li Tirkiyeyê bi vîrûsa AKP'ê bû yek, hingî mêhtir metirsîdar bû. Bi berdêla kuştina Kurdan û Ereban, şer ne nêzî mirovên Tirkiyeyê ye. Gelo mirovên Tirkiyeyê ji ber vê rewşê divê kêf bike, li ber xwe bikeve, di bin vê rewşê de bieciqe, xwe deyndar bibîne, yan jî bi mezinkirina hêrsa li dijî Kurdan zemînê vî mejiyê desthilatdariya faşîst xurt bike?

Hûn têra xwe dikin, çi karê we li Idlib û Lîbyayê heye? Hûn têra xwe dikin, hûn hîn çima bi hezaran leşker, wesayitên zirxî dibin Idlibê? Gotin çi dibe bila bibe, ji niha ve eşkere ye ku AKP wê di bin vê rewşa hilweşîner de nejî û nikaribe bidin jiyîn. Tirsa herî mezin a AKP'ê, ya dewleta AKP'ê, jidestdana serdestiya li ser civakê ye. ji ber vê yekê bi efûyeke qismî ya bi navê 'guhertina înfazê' girtiyên siyasî li derve hişt, bi vê yekê hişt ku hîn bêhtir mirovên siyasî bên girtin. Eşker eye ku ev serdestî bi rêya faşîzma desthilatdariya AKP-MHP'ê ava bûye û di navbera dewlet û gel de ti pêwendiyeke sazî-civakî nemaye.

Her tişta ku mohra AKP'ê ne li ser be tune tê hesibandin, tê tunekirin. Karên di dema şewbê de hatin ikrin; ji tayînkirina qeyûman heta bi komkirina alîkariyê li deverekê, hemû ji ber vê yekê ne. Lê belê civak wê vê qebûl neke. Her kes ji tirsa cezakirinê bi zimanekî îronîk biaxivin jî, gilî dikin, rexne dikin, red dikin û qutbûnê nîşan didin. Civak nikare xwe hîn bêhtir li vê tengaviyê û zextê rabigire. Li vê civaka ku pîvan û qedexeyên bêsînor ên mîna; kî wê çi bike, çi bêje, alîkariyê ji kê bigire, alîkariyê bi kê bike, çi li xwe bike, çend zarokan bîne dinyayê, çend caran hilmê bistîne, çawa bimire, beriya bimire çi bêje û dîrektîfên şexsekî, ji bilî serhildanê çareyeke din a civakê nîne. Ev rêveçûn bi vî rengî nabe.