Divê Iraq xweseriya Şengalê ragihîne

Tenê du hêz hene dikarin derbarê Şengalê de biaxivin. Ya yekê gelê Êzîdî bi xwe ye. Ya duyem jî rêveberiya Iraqê ye. Lihevkirin û peymana ku ev herdu hêz çêkin, divê bi rêzdarî were pêşwazîkirin.

Şengal cihê ezmûna mirovahiyê hemûyî ye. Dê bêjin, hûn li vê dinyaya berjewendiyan li kîjan mirovahiyê digerin. Modernîteya kapîtalîst her tişt kiriye maddiyat. Ji bilî vê, nirxan hemûyan dihêre. Enceq tevî vê jî em dizanin mirovahî bi tevahî nemiriye. Em bawer dikin ku wijdanê mirovahiyê ji berjewendî û hêza maddî hemûyû xurttir e. Lewma, zalim, bêwijdan û bêdad çi dikin bila bikin, Êzîdî wê bi ser bikevin. Ji ber ku êrişa li dijî Êzîdiyan, êrişa li dijî mirovahiyê hemûyî ye. Yên ku êrişî mirovahiyê dikin jî neçarî têkçûnê ne.

Ti bahaneya êrişa li dijî Şengalê tine ye. Yekane hincet tirsa ji azadiyê û jiyana xweser a Êzîdiyan e. Xweseriya Êzîdiyan wê li Rojhilata Navîn bibe modeleke demokratîk. Wê ji bo jiyana xweser ya nasnameyên cuda bibe nimûne. Ditirsin ku jiyana xweser ji Şengalê weke tavê hilbe. Gotina ji ber rêveberî û hêzên parastinê, penaberên Şengalî venagerin, derew  û demagojî ye. PDK'ê ev hincet ji bo dijberiya rêveberiya xweser avêtiye holê. Ya ku pêşî li vegera xelkê Şengalê digire, nahêle penaberên Şengalê vegerin, PDK ye. Dewleta Tirk jî ji bo têgihiştina Şengal ne ewleye çêke, bombe dike. Di vê mijarê de PDK û dewleta Tirk dest dane hev, mil bi mil propagandaya 'Şengal ne ewle ye' dikin. Lê dinya alem dizane, yên ku êrişî ewlehiya Şengalê dikin û tehlûkeyê çêdikin dewleta Tirk û PDK ne. Dewleta Tirk û PDK, ji bo vê yekê, zextê li dewleta Iraqê dikin. Dewleta Tirk û PDK li ser Iraqê polîtîkaya şantajê pêk tînin. Divê Êzîdî hemû, gelê Kurd û mirovahî bi vê rastiyê bizane.

Ew Êzîdiyên niha li wargehên di bin kontrola PDK’ê de dimînin, ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star û YPJ-YPG'ê ve hatine rizgarkirin. Heke ne ji gerîla bûya, niha pirraniya Êzîdiyên li wargehan di destê DAIŞ’ê de dîl bûn. Ew jin û keçên Êzîdiyan jî dê li bazaran bihatana firotin. Lewma jî ew gel, Êzîdiyên di wargehan de nabêjin ji ber PKK û gerîla li Şengalê ye, em venagerin. Ev yek bi temamî îdîayên PDK’ê ne û ne rast in. Li aliyê din, PDK’ê hinek Êzîdî xistine bin bandora xwe, yan jî wan bi zorê dide axaftin. Rastî ew e ku dema bi deh hezaran Êzîdî ji wargehên di bin kontrola PDK’ê de vegeriyan Şengalê, bi hezkirin û coş hatin pêşwazîkirin, rêveberiya xweser jî çi ji dest hat, kir û destek da vegera Şengalê.

Dibêjin li Şengalê gerîlayên HPG-YJA Star, şervanên YPG-YPJ'ê hene. Ev jî ne rast e. Gerîlayên HPG-YJA Starê beriya çar salan fermî, bi merasîmekê ji aliyê gelê Şengalê ve hatin oxirkirin. Jixwe, yê destpêkê mudaxele kir û Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kirin, Fermandar Egîd Civiyan li Botanê, heval Dilşêr jî li Amanosan şehîd bûn. Niha ciwanên Êzîdî yên wan şoreşgeran ew perwerde kirî, çek û rext li xwe girêdane, Êzîdiyan li dijî êrişan diparêzin. Êzîdiyên ji her devera dinyayê hatine, xwediyê mafê parastina Şengalê ne. Jixwe, Êzîdî ji ber zextan belavî dinyayê bûne. Ti kes nikare bibêje, ev hêzên ji derve ne, nikare wisa binirxîne. Ne tenê Êzîdî, her wiha her Kurd û her kesê dibêje, ez mirov im, xwedî maf e ku Êzîdxanê biparêze.

Iraqê û PDK'ê bêyî Êzîdiyan, li dijî hebûn û azadiya Êzîdiyan peymanek girêda. Hem jî ev ew hêz in ku Êzîdî ji insafa DAIŞ’ê hiştibûn û reviyabûn. Ti rewabûna peymana wan girêdayî tineye. 3’ê Tebaxa 2014’an wan mafê girêdana peymaneke wisa ya têkildarî Şengalê winda kir. Bêguman Şengal hîna jî beşek ji Iraqê ye. Ne Êzîdî, ne jî yên din li dijî vê dernakevin. Lê piştî 3’ê Tebaxa 2014’an xweseriya Êzîdxanê ya di nava Iraqê de, bi her cureyî rewa bû. Ji vî aliyî ve xweseriya Şengalê rewa ye. Ji ber vê, ti kes nikare rêveberiya xweser û hêzên parastinê wekî hêzên ne rewa pênase bike. PDK jî nikare wisa pênase bike. Dijberî vê, zext û ferzên PDK’ê ne rewa ne.

Ji bilî zordaran, ti kes nikare xweseriya Şengalê red bike û ji bo têkbirina wê gav bavêje. Ger Iraq hewl bide êrişî Şengalê bike, dê wekî DAIŞ’ê zordariyê bike. Gava ku Iraq êrişî Şengalê bike, wê Iraq xilas bibe. Hingê wê îlan bike dewleteke zalim û bê edalet e. Serokwezîrên berê, malavahiya wan hêzan kiribû yên ku Şengal rizgar kiribûn û Êzîdî ji qirkirinê xilas kiribûn. Rêveberiya niha jî tenê dikare spasiya Şengalê bike. Iraq deyndarê Şengalê ye ku xweseriyê nas bike. Divê vî deynê xwe bide. Serî li ber gef û şantajên Tirkiyê netewîne. Divê bibêje, ez xweseriya welatiyên xwe nas dikim, ev yek we elaqeder nake. Divê demildest xweseriya Êzîdiyan ji dinyayê re ragihîne. Tişta herî rast ya Iraq bike, ev e.

Tenê du hêz hene dikarin derbarê Şengalê de biaxivin. Ya yekê gelê Êzîdî bi xwe ye. Ya duyem jî rêveberiya Iraqê ye. Lihevkirin û peymana ku ev herdu hêz çêkin, divê bi rêzdarî were pêşwazîkirin.

Em bawer dikin dê aqlê selîm serwer bibe, li Şengalê dê Bexda û rêveberiya xweser li hev bikin, statuya Şengalê wê bigihînin çarçoveyek qanûnî.

Bi hêviya Êzîdî hemû, gelê Kurd, Iraq û hêzên demokrastiyê, saziyên navneteweyî hemû ji bo xweseriya Şengalê kar bikin; ji vê ezmûna mirovahiyê bi rûyekî pak, serketî derkevin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA