Xelata Oscarê ya Charlie Chaplin hate dizîn
Lêpirsînerên polîsên edlî yên Parîsê bûyereke balkêş a diziyê aşkera kirin.
Lêpirsînerên polîsên edlî yên Parîsê bûyereke balkêş a diziyê aşkera kirin.
Lêpirsînerên polîsên edlî yên Parîsê bûyereke balkêş a diziyê aşkera kirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Le Parisien, dawiya meha Çileyê li paytext Parîsê di avahiya şîrketekê de xelata Oscar û pênûsek hatine dizîn.
Lê ne xelateke ewqas hêsan e. Xelateke 30 santîmetre mezin e û 24 eyarên wê hene û ya derhêner û aktorê navdar Charlie Chaplin e.
Xelata Rûmetê ya Oscarê ya sala 1929’ê dabûn îkonê sînemaya bêdeng Charlie Chaplin ê Îngîlîz.
Çavkaniyeke nêzî lêpirsînê ragihand ku nirxê xelatê zêdetirî mîlyoneke Euro ye. Hate zanîn ku pênûsa hatiye dizîn jî ya Charlie Chaplin e û nirxê wê 80 hezar Euro ye.