SZK’ê 18. dewreya zimanê Kurdî ya Ş. Arîn Mîrxan bi dawî kir

Perwerdeya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a dewreya 18. bi navê Ş. Arîn Mirxan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevlîbûna şagirtan û gelek gerîlayan ve bi pîrozbahiyek bi dawî bû.

Perwerdeya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a dewreya 18. bi navê Ş. Arîn Mirxan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevlîbûna şagirtan û gelek gerîlayan ve bi pîrozbahiyek bi dawî bû.

Perwerdeya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a dewreya 18. bi navê Ş. Arîn Mîrxan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevlîbûna şagirtan û gelek gerîlayan ve bi pîrozbahiyek bi dawî bû. Di pîrozbahiyê de Endama Kordînasyona KJK’ê Leyla Agirî axivî û da xuyakirin ku, ew di serî de hevalên ku beşdarê vê perwerdeya zimanê Kurdî bûne pîroz dikin û ji hevalan re serketinê dixwazin. 

Leyla Agirî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Wekî herkes dizane em di pergalek pêvajoya avakirina xweseriya demokratîk de ne. Ji bo pêşxistina çanda demokratîk û ziman, ji bo perwerdeya li ser esasê nasnameya azad li her qada jiyanê, ev perwerde ji bo me stratejîk e. Ji bo me girîng e û bi wate ye. Herkes jî baş dizane armanca têkoşîna PKK’ê ya 40 salan ev e.” 

Agirî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li hemberî komkujiyê ya civakê û asîmîlasyonê, ku dewleta li her devera Kurdistanê meşand, me berxwedaneke mezin nîşan dan. Me ji bo pêş ve birina mafê xwe yên zimanî û çandî têkoşînek mezin meşand. Armanca vê têkoşînê jî xwedî derketina li zimanê xwe û çanda xwe ye. Ji ber vê yekê, ev 18 perwerdeyên li vir hatine dayîn hem modernîteya demokratik bi pêş ve xistiye, hem civakê demokratik bi pêş ve xistiye û hem jî kesayeteke azad a demokratîk bi pêş ve xistiye. Ji bo wê jî ev xebatên ku tên kirin girîng e. Di şexsên van hevalên ku beşdarî vê perwerdeyê bûne de em kadroyek înşaya nû hebûnê wê, rihê wê û îddîayê wê em qezenç dikin. Ji bo wê jî em bi bawerin wê ev xebat di asteke bilindtir de dewam bike." 

Leyla Agirî der barê pêvajoya çareseriyê jî nêrînên xwe wiha anî ser ziman: ”Niha em hemû pêvajo dinirxînin. Xebatên me ku em dixwazin, armanca me çareserkirinê pirsgirêka Kurd e, avakirinê civaka demokratik a azad e û em jî ji bo vê armancê tevdigerin. Ji bo wê jî di hemû xebatên me de girîng e hemû endamê vê tevgerê rewşa heyî rast binirxînin. Wekî duh daxuyaniyek ji aliyê heyet rayedarê hikûmetê ve hat dayîn. 

Hikûmet û dewlet ji aliyê xwe ve van şîroveyan dikin, nêzîkbûnê cûr be cûr datînin holê. Lê bele rast destgirtina me, rast nirxandina me navlêkirina ji bo vê pêvajoyê girîng e. Hûn hemû jî vê baş dizanin ku Tevgera Azad çanda demokratîk ava dike û bi pêş ve dixe. Em vê baş dizanin ku Serokatî ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser bike her tim stratejik nêzîk bû. Di her qadê jî nêzîkbûnek baş, erênî da diyarkirin. Ji bo vê pêvajoyê ku berî 3 salan destpê kiriye Serokatî kedeke gelekî mezin da, têkoşînek mezin da meşandin û ev pêvajo meşand. Îro jî serokatî ji ber xetimandina vê pêvajoyê bi pêngavek nû de xwest ev pêvajoya çareseriyê pêş de bibe. Serokatî berê jî ev pêşnûmeya ji 10 xalan parve kiribû. Ev li her derê hat nîqaşkirin. Ev deh xal ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo demokratîkbûyîna tevahiya gelê Tirkiyeyê ye."

Agirî axaftina xwe wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê jî ji aliyê me ve ev pêvajo tê fêmkirin. Baş û rastnirxandina vê gelekî girîng e. Em banga Serokatî jî bi wate dibînin. Ji xwe Serokatî dide diyarkirin ku em û dewlet der barê van 10 xalan de lihev bên wê pêvajoya muzakereyan jî destpê bike. Ji ber vê, eger tiştên pêwîst ji aliyê dewletê ve bên kirin wê demê PKK dikare kongreya xwe pêk bîne û biryara xwe ji bo vê pêvajoya çareseriyê bigire. Di heman demê de jî ev pakêta ewlekariyê ne pakêtek çareseriyê. Ev pakêta şer e. Ji bo demokratikbuyîna Tirkiyê jî pêwîste hikûmeta AKP’ê vê pakêta ewlekariyê li ber çavan derbas bike. Em li ser vê esasê dubare hevalên ku beşdarî vê perwerdeya zimanê Kurdî bûne pîroz dikin û ji hemû hevalan re serketinê dixwazin.”

Piştî axaftina Agirî şagirtên tevlî perwerdeyê bûn sertîfîkayên xwe wergirtin û dewre bi pîrozbahiyê ya gerîlayan bi şano, pêşbirk, skêç û herî dawî bi gerandina dîlanê bi dawî kirin.