Rêveberê El Qaîdeyê li Yemenê hate kuştin

Rêveberê El Qaîdeyê li Yemenê hate kuştin

Derket holê ku yek ji reveberên payebilind ê El Qaîdeyê Şevkî El Badanî ku DYA lê digeriya, hatiye kuştin.

Hate hînbûn ku Rêveberê Payebilind ê El Qaîdeyê Şevkî El Badanî ku DYA’yê lê digeriya, li Yemenî di êrîşa hewayî de hatiye kuştin. Hat gotin ku li gel Badanî lîderê Ansar el Sharîa, Nabîl el-Dahab jî hatiye kuştin.

Li gorî agahiya ku Retuersê daye, êrîş li navenda Yemenê pêk hatiye û çavkaniyên herêmî jî agahî piştrast kirine.

Badanî ji rêxistibûna El Qaîdeyê ya Nîvgirava Ereban berpirs bû û El Dahab jî ji herêma El-Bayda a Ansar al-Sharîa berpirs bû.

DYA’yê ji sala 2012’an  de li Badanî digeriya û wek ‘terorîstê global’ bi nav dikir. DYA’yê Badana ji du êrîşên li dijî seferatxaneya DYA’yê ya Sanayê û kuştina herî kêm 100 leşkerên ku di întîxara leşkerî de hatin kuştin berpirs dibîne.