Pûşkov: 'An serxwebûna tam an jî pergala cîhana yek qutb'

Pûşkov: 'An serxwebûna tam an jî pergala cîhana yek qutb'

Serokê Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Rûsya Aleksey Pûşkov, diyar kir ku li pêşiya Rûsya du rê hene û got, “An serxwebûna tam an jî pergala cîhana yek qutb.” Pûşkov rexneyên tund li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê kir got ku MPKE û DYA xizmetê ji ‘pergala cîhana ya yek qutb’ re dike.

Li gor Ajansa Rîa Novosty Aleksey Pûşkov di axaftina xwe ya Dûma de rexneyên tund li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) kir û got, “Ewropa di nav sîstema ku xizmetê ji pergala cîhanê ya yek qutb re dike û ti feydeya wê nîne cih digire.”

Pûşkov diyar kir ku li pêşiya Rûsya du alternatîf hene û wiha dewam kir,  “Wek Rûsya pirsgirêka ku em dijîn ev e ku di nav pergaleke cîhanê ya bi pir qutb, em wek dewleteke serbixwe cih nagirin. Di qada navneteweyî de di hemû hevdîtinan de ku pêwîst e em sekneke aram nîşan nedin jî, li pêşiya me du alternatîf hene. An serxwebûna tam an jî pergala cîhana yek qutb. Divê şansekî me yê destberdana ji vê hilbijartinê tunebe.”