Pir zimanî wê di her qada jiyanê de hebe

Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) Alî Erdemîrcî anî ziman ku vê salê wek pêngavekê dibînin û di serî de di veguhestin û danûstandinê de di her qada jiyanê de wê pir zimaniyê bikin jiyanê.

Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) Alî Erdemîrcî anî ziman ku vê salê wek pêngavekê dibînin û di serî de di veguhestin û danûstandinê de di her qada jiyanê de wê pir zimaniyê bikin jiyanê.

Di serê sala perwerdehî û hîndekariya nû de li Amed, Gever û Cizîrê dibistanên Kurdî dest bi dayîna dersan kirin û niha wê tiştên nû  lê bên zêdekirin.  Dibistanên ku bi xwe re nîqaşên perwerdehiya zimanê dayikê jî anîn, piştî pêvajoyeke zehmet, xebatên xwe berdewam dikin û niha tê plankirin ku li bajarên din jî dibistanên nû bên vekirin. Hevserokê Kurdî-Derê Alî Erdemîrcî diyar kir ku di 2015’an de di serî de di veguhestin û danûstendinê de wê di her qadê de  derbasî jiyana pirzimanî bin.

WÊ DIBISTANÊN NÛ BÊN VEKIRIN

Erdemîrcî got ku di serê sala perwerdeya nû de 3 dibistan hatine vekirin û niha plan dikin ku dibistanên nû vekin û got: “Lê ne zelal e ku em çend dibistanan vedikin. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de yek ji pêngavên herî girîng perwerdehiya zimanê dayikê ye û divê bikeve bin ewlehiya qanûnî. Heta pirsgirêka zimanê dayikê neyê çareserkirin ev rewşa fîîlî wê bidome.”

BI BÛYER DESTPÊ KIR

Erdemîrcî destnîşan kir ku li Gever, Amed û Cizîrê bi giştî 3 dibistan hatine vekirin û dibistanan xebatên de-facto dimeşîne û wiha berdewam kir: “Niha li 3 dibistanan bi giştî 250 xwendekar hene. Ji van 109 li Amedê ne. Destpêka perwerdeyê bi bûyer derbas bû. Li van dibistanan di asta qanûnî de derfet nedan me. Ji ber vê yekê jî xebatên perwerdeyê, veguhestin, xwarin, cil û berg, mamoste û alav hemû li ser gel pêş dikevin. Sala pêş wê xwendekarên me derbasî pola duyem bibin, em ê sala pêş xwendekarên nû jî bigirin û her wiha wê pola dayikê jî hebe.”

DEWLET DIVÊ BI AWAYEKÎ FERMÎ NAS BIKE

Erdemîrcî bi lêv kir ku dewletê destûr nedaye wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta ku li dibistanê tespîta kêmasiyan kir divê carekê bêje ‘Hûn dikarin  perwerdeya Kurdî bibînin’ ku piştre bêje ‘Kêmasiyan bînin cih’. Di aliyê prosedurê de destûr nedan ku ji me re bêjin kêmasî hene. Dibêjin vê bikin wê bikin. Ev baweriyê nade.  Derfetên me tine bin, ku derê ji me re di cih de em ê wir ji xwe re bikin cihê perwerdeyê. Ger şertan haîz nabînîn wê demê piştgiriya xwe bide.  Lê niha bi rastî jî li dibistana me tiştekî ku haîz be nîne. Avahî ji xwe ji bo perwerdeyê hatiye çêkirin.”

BERSIV NEHATIYE DAYÎN

Erdemîcî diyar kir ku piştî lêkolînên kirine ne bersiva erênî û ne jî ya neyênî hatiye dayîn. Erdemîrcî wiha got: “Ne erênî û ne neyênî bersiv dan. Herî dawî ew jî razî bûn û niha dibistana me vekiriye. Nêzîkatiyên destpêkê tine lê qebûl jî nekirine. Sala pêş em nizanin wê çi bibe. Em nizanin ku wê bigihêje statuyek nû yan na.  Sala pêş em ê dibistanan zêde bikin. Ev dibe li Qers, Erzirom, Erzîngan û Dêrsimê be. Em li gorî derfetên xwe hesaban dikin. Me biryar nedaye lê em li metropolên mezin cihên ku Kurd zêde ne vekin.”

GUHERÎNA DESTÛRA BINGEHÎN ŞERT E

Erdemîrcî bi lêv kir ku perwerdeya zimanê dayikê divê bigirin bin ewlehiya qanûnî. Erdemîrcî anî ziman ku ger bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin, ger pêvajo di asta muzakereyan de be wê demê yek ji lingên vê yên herî girîng perwerdehiya zimanê dayikê ye û got: “Divê teqez ev bigihêje statuya qanûnî. Neçarin biçin guherînên qanûnî. Neçarin pergala perwerdeyê biguherin. Zerara vê ji kesî re tine. Ji bo çareseriyê piştgiriyek mezin e. Em hema wisa nafikirin ku biçin çareseriya mayînde.”

PIRSGIRÊKA ME YA ALAVAN TINE

Erdemîrcî destnîşan kir ku hê pergaleke perwerdeyê ava nekirine û got: “Polîtîkayeke me ya perwerdeyê heye. Di mijara metaryalan de pirsgirêk tine. Polîtîkayeke me heye lê hê me pergala perwerdeyê ava nekiriye. Metaryal û modela me ya ku xebatên dersê bên meşandin heye.  Li dibistanan mufredatek diyar heye. Ji pola çaran şûn ve em ê dersa Tirkî bidin ber xwendekaran. Ji bo bi hêzbûna kadroya perwerdeyê plan û bernameyên me hene. Hêviya me ev e ku pisgirêk bên çareserkirin.

Materyalên perwerdeyê Kurdî Der û TZP Kurdî bi hev re amade dikin. Niha pirtûkên pola duyem tên amadekirin. Pêşnûmeyên polên din jî amade ne. Li ser modela perwerdeyê jî lêkolîn didomin.  Nîqaşên modela du perwedeya du ziman heye. Lê niha em bi zimanê Kurdî perwerdeyê didin.”

KURDÎ WÊ LI HER QADA JIYANÊ BE

Erdemîrcî wiha dawî li axaftin xwe anî: “Em sala 2015’an wek pêngav dibînin. Em ê li hemû saziyên xwe pir zimaniyê pêş bixin.  Di her qada jiyanê de em ê Kurdî bikar bînin. Tabela wê bên guhertin. Em ê ji sazî û şaredariyên xwe piştgiriyê bixwazin.”