Onder nerazîbûn nîşanî astengkirina fîlmê Bakur da
Parlamenterê HDP’ê Onder, ji ber fîlmê Bakur li Festîvala Fîlman a Stenbolê hat astengkirin nerazîbûn nîşan da.
Parlamenterê HDP’ê Onder, ji ber fîlmê Bakur li Festîvala Fîlman a Stenbolê hat astengkirin nerazîbûn nîşan da.
Parlamenterê HDP’ê Onder, ji ber fîlmê Bakur li Festîvala Fîlman a Stenbolê hat astengkirin nerazîbûn nîşan da û got, "Her hal kesên timî dixwazin têkoşîna siyasî ya Kurd asteng bikin aciz kiriye, lewma bi hinceteke vala fîlm di carekê de ji bernameyê dikare bê derxistin.”
Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder, ji ber fîlmê Bakur ê Ertugrul Mavîoglu û Çayan Demîrel derhênerê wê ne, ji aliyê Weqfa Çand û Huner a Stenbolê pêşandana wê ya di 34. Festîvala Fîlman a Stenbolê de hat betalkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Onder, got ku feraseta zextkar a di qada siyaseta Tirkiyeyê de serwer e, xwe di qada çand û hunerê de jî nîşan daye û ji bo biryara mijara gotinê wiha axivî: "Di çarçoveya teknîkî yan jî hiqûqî de ku ti sedema wê nîne biryareke bi temamî keyfî ye.”
'HER HAL KESÊN TIMÎ DIXWAZİN TÊKOŞÎNA SIYASÎ YA KURD ASTENG BIKIN ACIZ KIRIYE'
Onder axaftina xwe wiha domand: “Heyacana ku Bakur afirand her hal kesên aligirên şer ên naxwazin gerîla di sînemayê de jî bê dîtin aciz kiriye, lewma bi hinceteke vala fîlm di carekê de ji bernameyê dikare bê derxistin.”
'EZ DI NAV PIŞTEVANIYÊ DE ME'
Onder ê HDP’yî anî ziman ku wê bi nasnameya xwe ya parlamenterî û derhêneriyê piştgiriyê bide kesên fîlmên xwe ji festîvalê kişandine.