Obama: Dibe ku em bi Îranê re li hev bikin

Obama: Dibe ku em bi Îranê re li hev bikin

Serokê DYA Barack Obama diyar kir, ku di mijara nukleerî ya Îranê de çarçoveya peymaneke gengaz tê amadekirin. Obama duh der barê mijarê de daxuyaniyek da û anî ziman ku ew li bendê ne di dawiya meha Mijdarê de li ser mijarê li hevkirinek çêbibe.

Obama got, "Me ji wan re çarçoveyeke ku dikare li gorî pêwîstiyên xwe yên aştiyane û enerjiyê bikar bînin, diyar kirin" û anî ziman ku di hevdîtinên 24'ê Mijdarê bi Tehranê re destpê bikin de, ew dixwazin bigihêjin encamekê.

Muzakereyên bi Îranê re ji aliyê DYA, Rûsya, Çîn, Fransa, Îngilîstan û Elmanya ve tên meşandin. Der barê hevdîtinan de Obama got, "Eger armanc mîna ku rêveber dibêjin be, eger wê çeka nukleerî çênekin, hingî ambargoya li ser Îranê jî dikare bê rakirin."

Obama ragihand ku ew ji hevdîtinên di 24'ê Mijdarê de destpê bikin bi hêvî ye û got, "Di nava sê yan jî çar hefteyan de em ê bibînin ka em digihêjin peymanekê yan na."