NY: Divê rêveberên DAIŞ di UCM’’ê de bên darizandin
NY: Divê rêveberên DAIŞ di UCM’’ê de bên darizandin
NY: Divê rêveberên DAIŞ di UCM’’ê de bên darizandin
NY xwest, DAIŞ ji ber sûcên mirovatiyê yên li Sûriyeyê pêk anîne di Dadgeha Sûc a Navneteweyî de bê darizandin.
Komîsyoneke ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat avakirin sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê pêk anîne lêkolîn kir. Komîsyonê diyar kir ku divê DAIŞ ji ber sûcên kirine, rêveberên wê bi sedema sûcê li hember mirovatiyê û sûcê şer di Dadgeha Sûcê Navneteweyî de bên darizandin.
Komîsyona NY a sûcên mafê mirovan ên çeteyên DAIŞ li Sûriyeyê pêk anîne lêkolîn kir, îro rapora xwe li navenda NY(Neteweyên Yekbûyî) a li Cenevre aşkera kir. Komîsyonê di raporê de cih daye şahidiya 300 kesan jî.
Komîsyona Lêkolînkirina Sûcên Mirovatiyê yên li Sûriyeyê, yekemîn rapora xwe ji raya giştî re aşkera kir. Raporê ku bal kişandiye ser sûcên kêmar, etnîkan, wek koleyên cinsî bikaranîna jinan, dûcanîbûna mecbûrî got, “Kom, bi terorê dixwaze jiyana sivîlan li her qadê kontrol bike.”
Komîsyonê di raporê de êrîşên li hember Kurdan û Êzidiyan jî di beşa sûcên li hember mirovatiyê girtiye dest û diyar kir ku ev sîstematîk in. Der barê êrîşên li Heleb û Reqqa li hember sivîlan pêk tê jî da xuyakirin ku kuştin û îşkence bi awayekî zêde pêk tên.
Di raporê de ji bo sûcên li hember jinan pêk tê jî beşek hatiye veqetandin. Di raporê de tê gotin ku malbat ji bo zarokên xwe ji DAIŞ’ê biparêzin di temenekî biçûk de dizewicînin û ev xisûs tê destnîşankirin, “Wek kole firotina jinên Êzidî, tecawiz û ducanîhiştina wan sûcê li hember mirovatiyê ye.”
Komîsyonê di raporê de cih daye sûcên li hember zarokan jî û tê diyarkirin ku bi rengekî cidî li hember zarokan îşkence tê kirin.
Di raporê de tê diyarkirin ku bi darê zorê dersa olî didin 253 zarokên Kurd ên di 29’ê Gulanê de hatine revandin, yên li hemberî vê derdikevin jî rastî lêdana dijwar tên.
Di raporê de tê bibîrxistin ku li Reqqa 8 jin bi recmkirinê hatine qetilkirin û kesên şahidê bûyerê diyar kirine ku wan jinan alîkariya zad û qut dane komên çekdar ên li hember DAIŞ şer dikin.