'NÇM li dijî zilmê wê hunera xwe bidomîne!'

Destdanîna li ser avahiya NÇM'ê ya ku 18 salan xebatên çand û hunerê lê hatin kirin hate şermezarkirin.

Bi rengekî bêhiquqî ji hêla Midûrtiya Weqfan ve destdanîna li ser avahiya Navenda Çand û Hunerê (NÇM) ya ku 18 salan xebatên çand û hunerî lê hatin kirin hate şermezarkirin. Îro bi pêşengiya hunermendên NÇM'ê li ber avahiya li Tarlibaşiyê çalakî hate kirin, li çalakiya parlamentera HDP'ê Huda Kaya, Hevseroka Bajêr a Stenbolê ya HDP'ê Elîf Bulut û gelek kes hazir bûn.

ŞENSES: EM Ê ÇAND Û ZIMANÊ XWE BIDIN JIYÎN

Di çalakiyê de seraqet bi dirûşmeyan hate gotin, ''Em li ber zextan serê xwe natewînin'' û axaftina pêşî hunermendê NÇM'ê Çiya Senses kir. Şenses got, ''Naxwazin ku em zimanê xwe dayikê û çanda xwe bijîn û bidin jiyîn. Ji ber vê bi zorê me ji vê avahiyê ku em xebatên xwe lê dikin derdixin. Em jî dibêjin li gel hemû astengiyan jî NÇM tim wê were vekirin, li avahiyeke dî ji bo ku em ziman û çanda Kurdî bidin em ê li ber xwe bidin.''

KAYA: HEKE HÛN MUXALÎF BIN HEQÊ WE NÎNE KU HÛN HILMÊ BISTÎNIN

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî got,''Heke hûn muxalîf bin heqê we nîne ku hûn hunerê bikin, heqê we nîne ku hûn muzîkê bikin, nanê xwe derxînin, bibin xwedî kar, mafê we yê xebatê nîne, heke hûn muxalîf bin heqê we nîne ku hûn hilmê jî bistînin.''

'HÛN ÇI JÎ BIKIN NIKARIN HUNERÊ ASTENG BIKIN'

Kaya her wiha got desthilatdarî hemû weqfan, berhemên dîrokî pêşkêşî cemeat û tarîkatan dike, li gel ku îhale bi dest xistine û kirêya xwe dane jî navenda çandê ya ku li vir ximzetê dide, hemû heqên wê hatine desteserkirin. Kaya her wiha got ev hişmendiya desteserkar çi jî bike wê nikaribe pêşî li hunerê bigire.

'EM Ê TESLÎMÎ ZILMÊ NEBIN'

Kaya herî dawî got, ''Em ê teslîmî siltaniya qesrê û zilma wê nebin, bi têkoşîn, muzîk, huner û siyaeta xwe em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.''