Li Swîsreyê atolyeya ‘Jin û Rêbertî’

Li gelek bajarên Swîsreyê wê atolyeya ‘Jin û Rêbertî’ were lidarxistin. Destpêkê atolye li bajarê Lenzbûrgê hate lidarxistin.

ATOLYEYA ‘JIN Û RÊBERTÎ’

Komîteya Jineolojî ya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) di 21-30’ê Nîsanê de wê li bajarên Aargaû, Zurîch, St. Gallen, Lûzern, Lozan, Cenevre û Wînterthûr ên Swîsreyê bi sernava “Jin û Rêbertî” xebatên atolyeyê bimeşînin. Di atolyeyê de girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan û divê di jiyana jinan de çi bên guhertin, tê nirxandin.

Yekem xebata atolyeyê ji aliyê Komîteya Jineolojî ya Swîsre û Meclîsa Jinan a Rojbîn a Aargaû ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Lenzbûrgê hate kirin. Rêvebera xebata atolyeyê, endama Akademiya Jineolojî Nora Merîno qala xebatên xwe yên têkildarî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a azadîxwaziya jinê, kir. Piştre jinên ku beşdarî xebatên atolyeyê bûn, anîn ziman ku Abdullah Ocalan ji wan tê çi wateyê.

‘ROJEVA ME YA BINGEHÎN RÊBERTÎ YE’

Nora Merîno diyar kir ku pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li gelek welatên cîhanê xwedî lê tê derketin û di vê xwedî derketinê de jin bi rola sereke radibin. Nora Merîno wiha got: “Sedemê ku em vê çalakiyê di meha Nîsanê de dikin, ew e ku Rêber Apo di vê meha Nîsanê de ji dayik bûye. Ya esas me xwest xebata Rêbertî û Jin bibe rojeva bingehîn a vê mehê. Em dixwazin fêm bikin ku Rêbertî zanebûna jinê çawa derxist holê.”

Nora Merîno ragihand ku ji her temenê jin dikarin di xebatên atolyeyê de cih bigirin û ev tişt bilêv kir: “Em dixwazin nîşan bidin ku di jiyana her jinekê de Rêbertî tê çi wateyê û di jiyana wan de çi tişt guhertine.”

‘ARMANC NE TENÊ ŞIKANDINA TECRÎDÊ; AZADIYA FÎZÎKÎ YE’

Nora Merîno ev tişt jî diyar kirin:

“Em ê bi xebata vê atolyeyê nîqaş bikin ku em çawa dikarin xwedî li Rêbertî derkevin. Bersiva pirsa ‘Gelo hûn dixwazin bibin jineke azad’ ku Rêbertî ji bo jinan kiriye, pir girîng e. Ev xebata atolyeyê bê guman parçeyekî pêngava ku di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêbertî de hatî destpêkirin e. Armanca esas a vê pêngavê ne tenê şikestina tecrîdê ye. Helbet em jin dixwazin agahî ji Îmraliyê werbigirin. Lê armanca me ya esas azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo vê jî çi ji destê me were, em ê bikin. Rêbertî dibêje, ‘Min fêm bikin, min pêk bînin’. Ji bo em azad bibin, divê em tişta ku dikeve ser milê me bi cih bînin. Ji bo vê jî divê em Rêbertî rast fêm bikin û rast pêk bînin.”