Li Qudsê li hember Sînagogê êrîş

Li Qudsê li hember Sînagogê êrîş

Danê sibehê li hember sînagogeke li Qudsê êrîş pêk hat. Di êrîşê de 4 welatiyên Îsralê û 2 kesên êrîş pêk anîn jiyana xwe ji dest dan.

Li hemberî Sînagoga Kehîllat Bneî Torah a li herêma Har Nof a Qudsê, ji aliyê êrîşkarên di destê wan de kêr, bivir û çek êrîş pêk hat. Di êrîşê de ku 4 welatiyên Îsraîl jiyana xwe ji dest dan, du êrîşkarên bi polîsan re ketin şer, hatin kuştin. Di bûyerê de 4 jê giran bi giştî 8 kes birîndar bûn.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu daxuyaniyek da, got ku wê bersiva Îsraîlê pir dijwar be û bilez ji bo civînê bang li desteya ewlekariyê kir. Netanyahu, her wiha di axaftina xwe de diyar kir ku serokê Hamas û Serokê Filistînê Mahmut Abbas êrîşên li hember Yahûdiyan teşwîq dikin.