Li navçeya Qoser a Mêrdînê di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, lîstika “Mala Extiyaran” a Şanoya Hunerê ya Qoserê ya di bin banê Egîtîm-Sen de xebatan dimeşîne wê 3 rojan bê lîstin. Tevayî dahatên bên komkirin wê di avakirina Kobanê de bên xerckirin.
Yekemîn lîstîka “Mala Extiyaran” ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat. Lîstika ku endamên Egîtîm-Sen û lîstikvanên Şanoya Hunerê ya Qoserê têde dilîzin, çîrokeke trajîkomîk a behsa jiyana extiyarên Kurd ên di malên extiyaran de dimînin dike.
Serokê Şaxa Egîtîm-Sen Hamît Gungor ê li vir axivî got ku gelê Kurd ê nifûsa wê nêzî 40 mîlyon e, bi zimanê serweran perwerdeyê dibîne û ev nayê qebûlkirin.