Li Qamişlo Pêşangeha tabloyên Kolaj

Eleqeyek zêde ji bo pêşangeha tabloyên kolaj ên li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate kirin, hate nîşandan.

Bi şoreşa Rojava re xebatên çand û hunerê jî pêş ketin. Li ser axa Rojava şoreş û huner bi hev re tên pêşxistin.

Li Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Yekta Herekol a li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo sala 2015’an hate avakirin û vir ve bi sedan xwendekarên hunerê hatin perwerdekirin. Li vê Akademiyê di demên cuda û qadên cuda perwerdehî tê dayîn. Yek ji van qadan jî Kolaj e; parçeyên cuda li ser heman kaxezê bicihkirin û rengek û şêwekek nû lê dana qezençkirine.

Piştî perwerdehiya kolaj a Akademiya Şehîd Yekta Herekol hate dîtin û şûnde ji tabloyên nava du mehan hatibûn amadekirin pêşangehek hate vekirin. Di roja sêyan a pêşangehê de eleqeya welatiyan zêde bû. Li ser xebatên kolektîf û bi vê yekê re pêkhatina sergiyê mamoste û xwendekar ji ANF’ê re axivîn.

Yek ji xwendekarê atolyayê Rûbar Hesen Xelîl ê bi coş mêhvanan pêşwazî dike balê dikişîne ser xwe û ev got: “Ez ji navçeya Amûdê tevlî pêşangehê bûme. Kolaj hunereke ya bi hatina gel hev a rojname, kaxez û rengan a gel hev re ye. Mijar û amûrên me her yekê ji hev cuda bûn, nimûne mijar li ser mal û daran bûn. Ez bi 4 tabloyan tevlî pêşangehê bûme. Tevî demê me kêm jî bû di wê hêviyê de me ku me encamek baş dabe nîşandan. Me li vir fêrî tiştên cuda bû, her kes dikare fêr bibe.

Mamostayê perwerdehiyê Mahmût Şêxo yê ji Qamişlo jî ev got: “Perwerdeya me li ser qada Kolajê destpê kiriye. Mijara pêşangehê jî berhemên ji qada kolajê derketin pêk hatiye. Koma perwerdehiya me ji 7 kesan pêk hatiye. Ji nava vana ji Dêrik, Tebqa, Kobanê, Tirbespiyê û Qamdê hevrêyên me yên perwerde dîtine hene. Mijara her yekê cuda ye. Bi bikaranîna rengê reş û spî û dîsa rengên din a yeksan li ser tebloyan çêkir.”

Nûrhan Cimo ya ew jî yek ji kesên nava koma ji Kobanê hatibû de ye û got: “Me li Akademiya Şehîd Yekta Herekol perwerdehiyek bi qasî du mehan dît. Di projeya xebatên Kolajê ya li atolyeyê de min jî cihê xwe girt. Piştî perwerdehiya du mehan û şûnde me dest bi xebatên kolajê kir. Xebatên me di pêşangehê de hate nîşandan. Mijara min li ser daran bûn.”

Di nava berhemên li pêşangehê de berhemên du xwişk û birayan jî hebûn. Amara û Rewşen Xalid li dijî dagirkeriya li ser zarokên Efrînê gotin: “Em li vir in, bi çanda xwe li ber xwe didin.” Amara got: “Piştî perwerdehiya 2 mehan 4 tablo min amade kir. Tevî wextê me pir kêm jî bû lê xebatek baş derket holê.

Rewşen Xalid got: “Ji ber eleqeya min a zêde ji bo wêne çêkirinê tevlî xebata atolyeya kolajê bûm. Li pêşangehê 5 tabloyên min hene. Xebata min li ser qûmaş e, ji ber ku pir kêfa min bi xebata bi qûmaşan heye.”

Jiyan Mihemmed Xalid Ehmet a ji herêma Koçerat a Dêrikê tevlî pêşangehê jî bûbû, bi tabloyên xwe di pêşangehê de diyar bû. Tabloyên wê li ser şer û hilweşînê bû.

Jiyan ev got: “Di perwerdehiya 2 mehan de min jî cihê xwe git. Di tabloyên her xwedekarî de bi rastiya xwe û kêrhatiya xwe derketin pêş. Ez jî şahidê şerê 8 salan ên li Sûriyeyê pêk hatî me. Min xwest hilweşîna şer li ser tabloyên xwe jî bidim nîşandan.”