Li Qahîreyê êrîşên bombeyî
Li Qahîreyê êrîşên bombeyî
Li Qahîreyê êrîşên bombeyî
Li paytexta Misir Qahîreyê, çend sed metre nêzî qesra serokatiyê, bombeyek teqiya. Di encama teqînê de jinek birîndar bû. Berî çend saetan jî, bi awayekî hevdemî du bombe teqiyan û di encamê de 2 polîs û sivîlekî jiyana xwe ji dest dan.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir Hanî Abdel Latîf daxuyaniyek da AFP'ê û ragihand ku bombe bi destan hatiye çêkirin.
Roja Çarşemê jî li bakurê Qahîreyê di vagoneke trenê de teqînekê rû dabû. Di teqînê de 2 polîs mirin. Her du polîsan, berî tren biçe paytext Qahîreyê kontrol dikirin.
Piştî çend saetan jî di encama teqîna bombeyeke li vagoneke metroyê de kesek birîndar bû.