Li Hong Kongê dîsa tansiyon bilind bû

Li Hong Kongê dîsa tansiyon bilind bû

Piştî biryara rêveberiya navendî ya Çînê ya der barê heta namzet di fîltereyê re derbas nebin, nikarin bikevin hilbijartinê, ku xwepêşandan destpê kirin, di navbera çalakvan û polîsan de pevçûnan rû da.

Polîsan li Admîralty bi copan û bombeyên gazê mudaxeleyî çalakvanên ku xwestin rê bigirin kirin. Hat ragihandin ku di şerê ku rû da, 40 kes birîndar bûne û herî kêm 40 kes hatine binçavkirin.

Xwendekarên Hong Kongî, bi armanca rêveberiya Pekînê destûrê bide gelê Hong Kong ji bo lîderê xwe hilbijêre bi qasî 2 mehan çalakî li dar xistin.  Di çalakiyan de 518 kes birîndar bûn.