Li Fransa ji ber sermayê mirin li ber derî ye
Li Fransa ji ber sermayê mirin li ber derî ye
Li Fransa ji ber sermayê mirin li ber derî ye
Li Fransa li gel krîza aborî û bêkariyê, ji ber kêmbûna xaniyan jî her diçe hejmara kesên bê xanî zêde dibe. Bi hatina mehên zivistanê re guman heye ku bi sedan mirov li kolanan jiyana xwe ji dest bidin.
Rapora Enstîtuya Lêkolînên Îstatîstîk û Aboriyê yên Neteweyî ya Fransa (INSEE) ya bi navê, ‘Portreya Civakî ya Fransa’ bi krîza aborî re bal dikişîn ser zêdebûna xizanî hejmara kesên bê xanî.
Li Fransaya ku piştî krîza aborî ya kurewî ya sala 2008’an aboriya wê sererast nebû, her diçe newekheviya civakî zêde dibe, hê jî bi temamî an jî qismî hejmara bêkaran li ser 5 mîlyonî ye. Kesên xwedî dahata kêm jî dema tevlî van dibe hejmara kesên ji krîzê bandor dibin zêdetir dibe. Bi zêdebûna penaberan û koçberên Roman ên ji welatên Balkan tên, hejmara kesên bê xanî gelek zêde bûye.
Ji ber bandora zêde ya krîzê her diçe hejmara kesên bê xanî zêde dibe. Li gor INSEE, di navbera salên 2011 û 2012’an de hejmara kesên bê xanî ku ji sedî 50 zêde bû, li gor Weqfa Abbé Pierre ji bo 3,6 mîlyon kesan maleke bi rehetî têde rûnin tine ye.
Li welêt li bajarên ku hejmara wan li ser 20 hezarî ye hejmara kesên bê xanî ji sed hezarî zêdetir e. Di dawiya sala 2012’an de ji 112 hezar kesên bê xanî 31 hezar zarok bûn.
BI SERMA ZIVISTANÊ RE DIBE KU MIRIN ZÊDE BIBE
Lê belê bi hatina zivistanê re trajediya kesên bê xanî zêdetir dibe. Li gor agahiyên kolektîfa piştevaniya bi kesên bê xanî ya bi navê, ‘Mirina li Kolanan’, sala buhrî 15 zarokên li kolanan diman jiyana xwe ji dest dan. Li gor vê di 11 mehên destpêkê yên îsal de 391 kesên bê xanî jiyana xwe ji dest dan. Sedema mirinan jî herî zêde ji ber sermayê ye.
LI NAVENDÊN ALÎKARÎ Û STARÊ DE CIH NEMA
Ji ber ji bo penaberan û kesên bê xanî xanî têr nakin gumanan zêde dike. Bi hatina zivistanê re hat ragihandin ku li Parîs banlîyoyên navendan cih nemaye. Li Marsîlyayê jî heman rewş heye.