Lêpirsîna li perwerdeya Kurdî hat vekirin hat şermezarkirin

Mala Desteka ji bo Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger ku par li Amedê dest bi perwerdeya bi Kurdî kir, ket ber lêpirsînê. KCD'ê diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de meşandina lêpirsînê manîdar e û ev pêkanîna li dijî hiqûqê şermezar kir.

Mala Desteka ji bo Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger ku par li Amedê dest bi perwerdeya bi Kurdî kir, ket ber lêpirsînê. KCD'ê diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de meşandina lêpirsînê manîdar e û ev pêkanîna li dijî hiqûqê şermezar kir.

Lêpirsîna di ser Mala Desteka ji bo Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger li Kurdî-Derê hat vekirin, ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin. Daxuyanî li ber avahiya KCD'ê hat dayîn û endamên Komîsyona Perwerde û Ziman a KCD'ê, namzetê parlamenteriyê yên HDP'ê yên Amedê Feleknas Ûca, Nesrîn Hîlal Şanli, Îmam Taşçier û gelek kes di dema dayîna daxuyaniyê de amade bûn.

Berdevkê Demî yê Komîsyona Perwerde û Ziman a KCD'ê Îrfan Babaoglû daxuyanî da û destnîşan kir ku di demeke behsa pêvajoya çareseriyê tê kirin de vekirina lêpirsîneke der heqê dibistanan de, manîdar e.

Babaoglû anî ziman ku bi zimanê xwe axaftin, xweîfade kirin û perwerdehî dîtin, mafê herî bingehîn ê hemû gel û neteweyan e û destnîşan kir ku qedexeya li hemberî vî mafî di qada navneteweyî de wekî sûcê li hemberî mirovahiyê, hatiye binavkirin.

Babaoglû diyar kir ku ji bo wê ye mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, di hemû peymanên navneteweyî de ji bo hemû kes û gelan, wekî  mafê herî bingehîn hatiye dîtin û bicihkirin û got, "Di vê çarçoveyê de; li gorî hîmên hiqûqa gerdûnî, li gorî peymanên navneteweyî yên wekî, Danezana Mafên Mirovan a Navneteweyî, Danezana Mafên Zarokan a Navneteweyî  û Peymana Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê  ku Dewleta Tirkiyê jî pejirandine û li gorî xala 90’ mîn a Destûra bingehîn a Komara Tirkiyeyê  ku, di aloziyên zagonî de, hiqûqa navneteweyî derbasdar e de, di serdema parwerdehiyê ya sala 2014 - 2015’an de sê dibistanên seretayî yên bi kurdî  ji aliye gel û saziyên gele kurd ve hatin vekirin."

'EM VÊ HELWESTÊ ŞERMEZAR DIKIN'

Babaoglû da xuyakirin ku ew vekirina lêpirsînan di pêvajoya çareseriyê de manîdar dibînin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Di vê pêvajoya muzakereyan a ku çareseriya pirsgirêka kurd di xwe de dihewîne, de bi mebesta hilbijartinan ku Birêz Serokwezîr her roj li qadên mitîngan dibêje me pirsgirêka kurd çareser kiriye û ya mayî jî em ê çareser bikin de û disa di bin navê vekirinên komî de  ku Birêz Serokkomar Qurana Pîroz a bi Kurdî, bilind dike û rabûna qedexeyên li ser zimanê kurdî nişan dide de, ji aliye dozgeriyê ve lêpirsîna di der barê dibistanên bi zimanê kurdî de  helwesteke balkêş e. Balkêşiyeke din jî vekirina van dibistanan, bi telîmatên rêxistinê ve girêdan e. Em weke KCD vê helwesta li devreyî hiqûqê şermezar dikin. Ji raya giştî re radigihînin ku em xwe weke xwediyê dibistanên xwe dibînin."

Babaoglû di daxuyaniya daxuyaniyê de ev xal destnîşan kir:

"Em weke KCD'ê em bang li dewlet û hikumeta AKP dikin û dibêjin, êdî ji van hewldanên binakok dev berdin. Li hemberî daxwaza gelan a bi çand û zimanê xwe jiyînê nebin kelem. Xalên 2 û 42 yên destûra bingehîn, xala 222 ya di der barê perwerdehiya seretayî de û xala 1739  ku qanûna bingehîn ya Perwerdehiya Millî ye, êdî ji pirrengî û pirdengiya vî welatî re nabin  bersiv, divê ku bên guhartin.. Şerha li hemberê  Şertê Rêvebiriyên Heremî yê Ewropayê hilînin û karê perwerdehiyê radestî rêvebiriyên heremî bikin. Dîsa  ji bo welatekî demokratik û jiyaneke di nav aştî û aramiyê de, di serî de mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, hemû mafên gelên kurdistanî qebûl bike û di vê mijarê de gav bên avêtin."

...