Kurdan li gelek bajar û navçeyan 21’ê Sibatê pîroz kirin

21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê li gelek navendan bi meş û daxuyaniyan ve hate pîrozkirin.

21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê li gelek navendan bi meş û daxuyaniyan ve hate pîrozkirin. Li Amedê bi meşa ku Kurdî li hemû qadên jiyanê bê bikaranîn starta kampanyaya "Em li navçe, bajar û bajarokan nasnameya Kurdistanî ava bikin" hate destpêkirin.

AMED

Li Amedê di pêşengiya KURDÎ-DER û Komîsyona Ziman a KCD'ê bi minasebeta 21'ê Sibata Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Parqa Koşuyoluyê heya ber avahiya KCD'ê meş hate lidarxistin. Di meşê de Hevşaredarên Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen, hevşaredarên navçe, rêveberên KURDÎ-DER'ê, Komîsyona Ziman a KCD'ê û bi hezaran welatî beşdar bûn. Di çalakiya de gelek zarokên ku dibistana seretayî ya Ferzad Kemangerê dixwinîn bi lêdana erbaneyê meşiyan. Di meşê de pankarta "Zimanê me rumeta me ye" û dovîzên "Zimanê me hebûna me ye" hat hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê" , "Bijî Serok Apo" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Meş li ber avahiya KCD'ê bi dawî bû. Li ber avahiya KCD'ê bi hezaran welatiyê bi govendê roja zimanê zikmakî pîrozkirin. Piştî pîrozbahiyê li ber avahiya KCD'ê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê Komîsyona Ziman a KCD'ê Îrfan Babaoglu axivî û diyar kir ku Roja Ziman di 21'ê Sibata 1999'an de ji aliyê UNESCO ve hate îlankirin.

'QEDEXEKIRINA ZIMAN TINEKIRINA NETEWEYEKÊ YE'

Babaoglu destnîşan kir ku heke zimanekî nebe zimanê perwerdehiyê nikarê xwe ji tinebûnê xilas bike û wiha got: "Zimanê fermî yê danûstendinên civakî, aborî nebe zimanê jiyana rojane wê demê nikarê xwe ji tûnebûnê biparêze. Mixabin zimanê me Kurdî bi sê zaravayên xwe yên mezin di xetereyê de ye. Ji bo parastina zimanê xwe, em di her 21'ê Sibatê de di roja cejna ziman de balê dikşinin ser vê xetereyê û em van rojan bi coşeke mezin pîroz dikin. Qedexekirina ziman tinekirina neteweyekî ye. Li hember vê tinekirinê berxwedanên meşrû me ye. Heta ku zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanêkî fermî em ê berxwedana xwe bidomînin."

'HEBÛN Û NASNAMEYA GELÊ KURD DI BIN XETERÊ DE YE'

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî diyar kir ku 21'ê Sibatê roja zimanê dayikê nasnameya zimanê gelan e û wiha got; "Zimanê Kurdî di bin zext û zordariyan de ye. Mirov dikare bêje ku gelê Kurd ne azad e. Ji ber ku gelê Kurd rastî bişaftineke pir mezin ya çandî hatiye, hebûn û nasnameya gelê Kurd di bin xeterê de ye. Bi wendabûnê re rûbirû ye. Xwedîderketina Kurdî ji vîna jiyanê wêdetir têkoşîna rûmet û şerefê ye. Pêwîste ku em di wê têkoşînê de bi serkevin."

'JI WÊ YEKÊ MEZINTIR PIŞAFTINEKE ÇANDÎ HEYE GELO?'

Dîcle bi lêv kir ku li Tirkiyeyê dema ku kesek Kurdî diaxive ceza li wan tê barandin û wiha anî ziman; "Dema ku kesek Kurdî diaxifiyan serê peyvê pere didan dewletê. Ji ber ku bi Kurdî fîkandiye. Rewşenbîrên me yê hêja û rêzdar Apê Mûsa avêtin zindanan. Medreseyên Kurdan ên ku gelek pêşketîbûn, hatine girtin û bi vê avayê me ji mevê perwerdeya zimanê dayîkê bêpar hîştin. Ji wiya mezintir zilm heye gelo? Ji wê yekê mezintir pişaftineke çandî heye gelo? Zimanê Kurdî ya ku zimaneke pir qedîm û bikok e. Lê dîsa jî ji bo tunekirina Kurdî, hewldan û siyasetên qirêj bedevam dikin.

JI BO ZIMANÊ KURDÎ KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN

Dîcle destnîşan kir ku ji bo zimanê dayikê ji aliyê dewleta Tirk ve bê qebûlkirin kampanyaya zimanê Kurdî dan destpêkirin û wiha axivî: "Ji bo ku layîqî şehîdan bibin û li hemberî biranîna wan bibin bersiveke baş ji îro pê de em dest bi kampanyekê dikin. Ew kampanya wê salekî berdevam bike. Di çarçoveya vê kampanyayê de em ê zimanê Kurdî û zimanê Kurdistanî derxînin pêş. Ji bo ku bêtir bên dîtin em ê bixebitin. Bi wan hest û ramanan di vê roja watedar de em îlan dikin ku ji îro şûn de ev kamapanya me dest pê kiriye."

Hevserokê Mezin a Amedê Firat Anli jî wiha got; "zimanê dayîkê bi ji bo me wekî şîrê dayikên me helal e. Êdî benda dewleta Enqereyê nasekînin. Bi destên xwe avahiya jiyanê biafirînin. Berxwedana Kobanê di wî avakirinê de rêya me ronahî dike. Em jî wekî Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê piştgirî didin kampanyayê û em dibêjin ku ew kampanya ji bo me peywîrêke ye."

Piştî axaftinan welatiyan li ber KCD'ê roja zimanê dayîkê bi govendê pîroz kir.

Her wiha rêxistinên saziyên sivîl TKDP, HAK PAR, OSP, KADEP, PAK, PDK-BAKUR, Hereketa Azadî, Oze Donuş, DDKD û Çira yên Amedê ji bo xwedîderketina li zimanê zikmakî daxuyaniyek hevpar da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahavhiya AZC Plazayê hat dayîn. Di daxuyaniyê de dowîzên "Zimanê me rûmeta me ye, xwedî li zimanê xwe derkevin" hatin hildan û ala Herêma Federal a Kurdistanê hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Alîkarê Serokê PAK'ê Henefî Turan ve bi zaravayên kurmancî û dimilî hat xwendin. Turan diyar kir ku qedexekirina bi darê zorê ya zimanê zikmakî yek ji metodên klasîk ên mêtingeran e. Turan destnîşan kir ku dema em di mala xwe de bi Kurdî biaxivin, wê demê ne tenê ziman her wiha gel û welatê xwe jî rizgar dikin. Turan di dawîya gotinên xwe de balkişand ser darvekirina Saman Nesîm û got ku bila rejîma Îranê dest ji van kirinên dijexlaqî berde.

Piştî dawî bûna daxuyaniyê girse bi berzkirina dirûşma "Bijî Kurdistan" belav bû.

Şaxa MAZLUMDER'ê ya Amedê jî bi heman armancê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li rûyê erdê 6 hezar ziman tên bikaranîn û ji van zimanan nêzî 3 hezarî ji ber astengiyên cûda li ber hindabûnê ne û wiha got: " Li Tirkiyeyê jî 18 ziman ku di nav de Kurmancî û Zazakî jî hene ji ber politikayên asîmîlasyonê di bin talûkeya hindabûnê de ne. Di jiyana mirova de bûyerekî herî girîng ziman e. Heke ku ziman tune be, mirov weke însanê nîvî dimîne. Ji ber vê, divê em jî bala xwe bidin ser zimanê zikmakî.Komara Tirkîye yê ji damezrandinê pê ve li Tirkiye yê ji xeynî zimanê Tirkî, ji tu zimanî re mafê jiyanê nedaye."

Şaxa MAZLUMDER ya dawiyê nivisa de balkişand ser zimanê miletên qedexe kir û ji wê pê vê jî rê neda û wiha axivi: "Ew zimanên miletan di civatê de bên bikaranîn. Em dizanin ku ew kiryar zilm bû, tehdayî bû. Bi taybetî zimanê Kurdî derdê vê biryarê gelek kişand. Va ye çend sal e ku hikûmeta mewcûd ji ber rakirina vê zilmê hinek pêngavan davêje. Lê mixabin em dibînin ku ev pêngav hinek weke dilgermkirinê ye, ji dil nîn e û ne samîmî ye jî. Perwerdehî mafekî mirovî ye. Û pêwist e ku bi zimanê zikmakî bê kirin. Em dixwazin ku pêşîyê hemû zarok ji dibistana seretayî heta zaningehê bi zimanê dayikên xwe bên perwerdekirin û zimanên xwe ji bîr nekin."

SEMSÛR

Li Semsûrê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cihanê KURDÎ-DER'ê li Salona Dawetê ya Cirlaz ê şevek hate lidarxistin. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Şemsûrê, SES, PSKAD, YAKAY-DER, ÎHD û AKAY-DER jî di nav de gelek welatî beşdarî şevê bûn. Di şevê de bi sirûda "Ey Reqîb" ji bo şehîdê têkoşîna azadî û demokrasiyê rêz hat girtin. Hevseroka KURDÎ-DER'ê Serpîl Kapçak axivî. Piştî helbestên ku helbestkar Abdullah Turan Osman Ozçelîk axivî û bal kişand li ser têkîliya ziman civak û şaristaniyê. Ozçelîk got ku li cihanê 50 milyon Kurd hene û gelek ji wan li Rojhilata Navîn dijîn lê ji aliyê 4 dewletan ve hatiye parçekirin û wiha berdewam kir: "Li başûrê Kurdistanê hinekî sererastkirinên qanûnî hene û lê li sê parçeyên din naskirinek nîne." Ozçelîk bilêv kir ku hêviyên gelê Kurd ji wan dewletan nîne û ev tişt anî ziman: "Hêviya me ya tekane û baweriya me Têkoşîna Azadiya Kurd a ku li Rojava Kobanê azad kiriye ye."

Piştî axaftinan dengbêj Hemê Gelo derket ser dikê.

SÊRT

 

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê li ber Navenda Kar a Kizilayê daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredara Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemîr û gelek nûnerên saziyên tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên "Bi zimanê azad ber bi nasnameya azad", "Zimanê me rûmeta me ye em li rûmeta xwe xwedî derkevin" hatin vekirin. Ji mamosteyên KURDÎ-DER'ê Ayşe Atabay daxuyanî xwend û balkişand ser şîdeta li ser ziman pêktên.

 

MÊRDÎN

Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Welatiyên li ber Nûnertiya Egîtîm Senê hatin cem hev ber bi Qada Cumhuriyetê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de welatiyan li erbaneyê dan û dowîzên "Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin", "Zimanê me hebûna meye" û "Ziman çande, dîroke, jiyane" hilgirtin û dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Nûnerê Egîtîm Senê yê Dêrîkê Ulaş Çelîk daxuyanî xwend û diyar kir ku divê qedexeyên li ser zimanê Kurd bên rakirin.

ŞIRNEX

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Cizîrê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê meşek girseyî li dar xist. Saziyên weke MEYA-DER, KESK, TTB, û rêxistinên HDP û BDP'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Girseya li ber avahiya KURDÎ-DER'ê kom bûn bi pankartên "Zimanê me hebûna me ye", "Bê ziman jiyan nabe" û "Perwerdehiya ziman mafê her kesî ye" hilgirtin û heta Kuçeya Hunerê meşiyan. Di meşê de Koma Erbanê ya Mem û Zinê li erbanê xistin û stran gotin. Bi gihîştina Kuçeya Hunerê re li ser navê girseyê Hevseroka KURDÎ-DER'a Cizîrê Rûşen Demîr daxuyanî xwend. Demîr destnîşan kir ku gelê Kurd li zimanê xwe xwedî dernekeve wê zimanê wan winda bibe û wiha axivi: "Di nav Kurdî de 5 zarava hene lê Kurdî bi tevahî bi pişaftinê re rû bi rû ye. Di cihanê de neteweyek weke kurdan xwedî dîrok, çand, huner û zanist tune ye ku tu mafên wan tine ne. Me cîhan ronahî dikir, me rê nîşan dida, lê em îro bûne xulamê wan. Em bûne çar cîhan. Dilê me çar caran şewite. Em qêriyan dengê kesî seh nekir."

Demîr da zanin ku her mirov bi reng û dengê xwe xweş e û axiftina xwe wiha dawî kir: "Bi van bîr û baweriyê em weke KURDÎ-DER, hezkiriyê ziman û saziyên sivîl diqirin û hawar dikin. Zimanan qedexe nekin. Ji bo welatek xweşik rengan û zimanan geş bikin."

ÊLIH

Şaxa KURDÎ-DER'a Êlihê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li qada Gulistanê bi tevlî bûna gelek kesî daxuyanî dan çapmeniyê. Di daxuyaniyê de nûner û rêveberên DBP/HDP'ê, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanên DBP, MEYA-DER, BUO-DER, nûnerên saziyên civakî yên sîvîl û gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Zimanê mirov welatê mirovan e. Em perwerdehiya zimanê xwi dixwazin" û dowîzên bi rengê kesk, sor û zer ên li ser nîvîsên wek "Ziman beden e li bedena xwe xwedî derkeve", "Ziman rûmeta gelan e" û "Bê ziman jiyan nebe" hatin rakirin.

Di daxuyaniyê de Hevserokê Şaxa KURDî-DER'a Êlihê Hamza Ayiş axivî û diyar kir ku dewleta tirk ji bo zimanê Kurd bê tune kirin bi her awayî polîtîkayên qirêj li ser Kurdan dide meşandin. Ayiş anî ziman ku tu gelên bindest wek gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derneketiye, gelê Kurd ji bo ziman û çanda xwe heya dawiyê têkoşiyaye.

Piştî axaftina Ayiş, Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER'a Êlihê Jorî Olgun daxuyanî xwend û diyar kir ku roja Zimanê Zikmakî di cihanê de gelek giring e û li hemû gelê bindest pîroz kir. Olgun destnîşan kir ku êdî ji bo ziman çalakî û daxuyanî têr nakin, divê ji bo perwerdehiya zimanê dayikê gavên şênber bên avêtin.

Olgun di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku mirov bi nirx, ziman û çanda xwe dibin xwedî rûmet. Ji ber vê yekê jî gelê Kurd ne tenê li zimanê xwe têdikoşe, her wiha ji bo rûmet û jiyana azada li ber xwe dide û têdikoşe.

Daxuyanî bi çepîk û dirûşmeyan bi dawî bûn.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê bi pêşengiya şaxa KURDÎ-DER’ê ya Colemêrg jî ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî a Cîhanê meşek hat lidarxistin. Meş ji ber Kaya Plazayê heya ber avahiya şaredariyê berdewam kir. Ligel endam û şagirtên KURDÎ-DER’ê, endamên saziyên sivîl ên civakî, hevserokên DBP û HDP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Piraniya beşdarvanên ku bi cilên gelêrî beşdarî meşê bûn dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” berzkirin. Di heman demê de beşdarvanan lolîpopên kesk, sor û zer ku li ser “Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin”, “Ziman rûmeta mirovan e” û “Bê ziman nabe” hilgirtin dest. Li ber avahiya şaredariyê endamê Meclisa Partiya HDP’ê Nîzamettîn Ozturk axivî û li ser giringiya ziman û dîroka giringiya rojê axivî.

Piştre rêvebirê KURDÎ-DER’ê Eyup Bor daxuyaniya hevpar xwend û diyar kir ku gelek çalakî û daxuyanî derbarê ziman de hatin dayîn lê êdî ev têrê nake. Bor destnîşan kir ku divê saziyên Kurdan rêbazên têkoşînên nû bibînin û bixin pratîkê. Bor da zanîn ku berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, tevgera azadiyê hişmendiyeke nû daye gelê Kurd û divê gelê Kurd jî li ser van esasan, têkoşîna ziman û çandê biafirîne.

Piştî meşê girse derbasî Navenda Çand û Hunera Feqiyê Teyran bû. Li navenda çandê jî li ser giringiya rojê panelek û konserek biçûk bê dayîn.

RIHA

Şaxên KURDÎ-DER'ê û Egîtîm Sen'e yên Rihayê li ber Navenda Kar aAhmet Bahçivan bi daxuyaniyekê Roja Ziman pîroz kirin. Di daxuyaniya ku HDP û DBP'ê piştgirî dan de pankarta "Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî" hate vekirin. Welatiyan li vir rêz girtin û Rêveberê KURDÎ-DER'ê Hamza Ayebe daxuyanî da piştre jî tîpên di tirkî de nînin hatin naskirin.

SIWÊREG

Li Siwêregê welatiyên ku li ber avahiya KURDÎ-DER'ê kom bûn heta Qada Kanlikuyuyê meşiyan. Welatiyên ku pankarta "Êdî bes e em perwerdehiya zimanê dayikê dixwazin" vekirin dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li ser navê girseyê Rêveberê KURDÎ-DER'ê Serdal Al bi kurmancî,Yusuf Çîçeklî jî bi dimilî axivîn û li ser roja ziman nêrînên xwe anîn ziman.

DÎLOK

Li Dîlokê KURDÎ-DER'ê li Parka Yeşîlsu daxuyanî da. HDP, DBP, ÎHD, YSGP, SYKP û OSP jî beşdarî daxuyaniyê bû. Girseyê pankarta "Roja Zimanê Dayikê pîroz be" vekir û dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" "Zimanê me rûmeta me ye" "Zimanê me qedexe neke" berz kirin û bi 7 zimanan dowîzên "Ez bi zimanê xwe ye dayikê ve heme" hatin vekirin. Li ser navê girseyê Rêveberê KURDî-DER'ê Abdullah Înce axivî û anî ziman ku her sal ji bo zimanê dayikê çalakî tên lidarxistin lê êdî ev çalakî têrê nakin ji ber vê yekê jî divê xebatên cuda bên kirin. Înce bi bîr xist ku UNESCO'yê Kurdî xistiye nava zimanên ku ber bi tunebûnê ve diçin ji ber vê yekê jî divê bi zimanê dayikê hemû mafân bingehîn bên dayîn.

SEMSÛR

Li Semsûrê bi daxuyaniyê roja ziman hate pîrozkirin. Welatiyên ku li ber avahiya KURDÎ-DER'ê kom bûn dowîzên "Bê zimanê dayikê perwerdehî nabe" "Ziman mafekî gerdunî ye" "Sînorê zimanê min sînorê cihana min e" hatin vekirin, dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" "Zimanê me rûmeta me ya" hatin berzkirin. Hevserokê KURDÎ-DER'ê yê Semsûrê Şerîf bi silavkirina Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û afrînerên têkoşîna Kurd dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Bi têkoşîna gelê Kurd û tevgera azadiyê hişmendiyeke nû pêş ketiye. Em bi vê rûhê ji bo mafê perwerdehiya ziman bê bidest xistin têkoşîna xwe xurtir dikin."

ŞIRNEX

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di pêşengiya KURDÎ-DER'ê de bi munasebeta 21'ê Sibatê roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê meş hat lidarxistin. Li gel hevşaredarên Herêma Şirnex, hevserok û rêveberên herêmê, endamên meclîsa bajêr, meclîsa şaredariyê, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Egîtîm-Sen û Meclîsa Dayikên Aştiyê bi sedan welatiyên li ber avahiya Şaxa KURDÎ-DER'a Silopî hatin cem hev heya qeda hunerê meşiyan. Di meşê de pankartên "21'ê sibatê roja zimanên cîhanê pîroz be" , "Ziman kulîlkên cîhanê be" hatin rakirin û dirûşmên, "Bê ziman jiyan nabe" , "Zimanê me rûmeta me ye" hatin berzkirin.

Piştî ku girse gihişt qada hunerê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê mamosteyê KURDÎ-DER'ê Îdrîs Torlak daxuyanî xwend û roja zimanê zikmakî li hemû gelên cîhanê pîroz kir. Torlak bal kişand li ser zextên li ser zimanê Kurdî yên ji aliyê dewleta tirk ve pêk tên û ev tişt gotin: "Ev bi salan e li Tirkiyeyê zimanê Kurdî qedexe ye û baweriya Kurdan bi tiştên hindik nayê. Kurdî divê bibe zimanê fermî di dibistanan de wekî tirkî bibe zimanê perwerdehiyê."

Piştî axaftinan girse bi çepik, tilîlî û dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" belav bûn.

MERSÎN

Egîtîm Sen a Mêrsînê bi munasebeta rojê li Parta Ozgur Çocuk daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankartên "Perwerdehiya bi zimanê dayikê maf e nayê astengkirin" "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê pîroz be" hatin vekirin de dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" "Bi zimanê dayikê perwerde maf e" hatin berzkirin. KURDÎ-DER, ÎHD, HDP, EMEP, Plotforma Kedê ya Mêrsînê û gelek welatî jî beşdarî çalakiyê bûn. Ji Egîtîm Senê Sînan Muşlu axivî û got ku UNESCO'yê di 1999'an de 21'ê Sibatê wekî oja ziman qebûl kiriye û yekem car li hemû cihanê ev roj hatiye pîrozkirin. Muşlu da zanîn ku li cihanê 2 hezar û 500 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne û li Tirkiyeyê 18 ziman di bin xetereyê de ne. Piştre li zarokan balon hate belavkirin.

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Mêrsinê jî li ber avahiya HDP'ê ya Akdenîzê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê pîroz be" hate vekirin û dirûşmên "Zimanê me rûmeta me ye" "Bê Serok jiyan nabe" "Bê ziman jiyan nabe" "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Hevserokê KURDÎ-DER'ê yê Mêrsînê Serdar Karakeçî li vir axivî û êdî tenê çalakî ne bes in şerê çand û ziman bê dayîn.

ERDÎŞ

 

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Erdîşê jî bi heman armancê ji ber avahiya komeleyê heye ber Qeymeqamtiya Erdîşê meş li dar xist. Di meşa piranî jin û zarok tevlîbûn de jin bi kincên gelerî tevlî meşê bûn. Di meşê de dowîz, panketa û dirûşmeyên têkildarî mijarê de hatin vekirin û hatin berzkirin. Di dema meşê de polîsên sivîl bi kamereyan zarokên tevlî meşê bûn kişandin. Piştî meşê Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER'ê yê Erdîşê Şakîr Asil roja ziman li hemû kesî pîroz kirin.

Parlementerê HDP'ê Ozdal Uçer jî diyar kir ku di cîhanê de 200 welat hene lê hejmara zimanan 6 hezar in û wiha got: "Dewlet mecbûrin ziman û çandan biparêzin. Li Tirkiyeyê 400 neteweyên cuda dijîn. Dewleta Tirk ziman û hebûna neteweyên din qebûl nake."

ELBAK

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Elbakê jî bi heman armancê meş li dar xist. Piştî meşê Hevserokê Şaxa KURD-DER'ê yê Elbakê Erzan Ayhan axivî û diyar kir ku divê sazî û dezgehên Kurd ji bo ziman di her qadê de bidin jiyîn bêtir kedê bidin.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî bi heman armancê pêşbirka deng da destpêkirin. Pêşbirka li salona Perwerdehiya Neteweyî ya navçeyê destpê kir rastî eleqeyek gelek mezin hat. Hevşaredarên Bazîdê Rohat Ozbay û Delal Tekdemîr, DBP, HDP, HDK û bi sedan welatî tevlî bûn. Piştî rêzgirtinê Midûrê Karên Civakî û Çandî yê Şaredariyê Bazîdê Halîs Gultekîn axivî û diyar kir ku ji bo Kurdî ji nifşên din re bimîne divê malbat û sazî hê bêtir kedê bidin.

ÎDÎR

Li Îdîrê jî bi heman armancê li ber avahiya DBP'ê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiyê de pankrata “21’ê sibatê roja zımanê dayika cihanê pîroz be” hate vekirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Bajar Murat Yerlîkaya daxuyanî xwend û diyar kir ku perwerdehiya zimanê zikmakî teqez nabe mijara bazariyê.

Şaredariya Îdîrê jî bi heman armancê li salona Konferansê ya Zanîngeha Karaagaç a Îdîrê panel li dar xist.

EDENE

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê li salona konferansê ya Navenda Çanda Seyhanê panelek bi navê "Ziman" hat lidarxistin. Di panelê de Hevserokê Komaleya Nivîskarên Kurd Selîm Temo, niviskar û wekîl Osman Ozçelik, ji Komalaye Nivîskarên Kurd Mehmnet Yilmaz, saziyên sivîl ên civakî, xwendekar û gelek welatî tevlî panelê bûn. Koma herêmi ya girêdayî ÎHD derket ser dikê û ji girseyê re stranên Kurdî, Erebî, Dimilî, Soranî, Ermenî û Tirkî gotin.

Di panelê de Hevserokê ÎHD'a Edeneyê Îlhan Ongor axivî û 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê li tevahî gelan pîroz kir. Dîsa di panelê de Edîtor û wergervan Ararat Şekeryan Ermenî jî axivî û diyar kir ku dîroka Ermeniyan gelek kevn e û tîpên Ermeniyan jî hene û got ku ji Ermeniyan tenê % 20’ê wan bi zimanê xwe yê zikmakî dizanîn û ev jî ji ber polîtîkayên nîjadperestiye. Şekeryan da zanîn ku her roja diçe zimanê Ermeniyan ber bi windabûnê ve diçe.

Şekeryan, di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelan kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û anî ziman ku zimanê mirov rûmeta mîrov e. Hevserokê Komaleya Nivîskarên Kurd Selîm Temo jî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê li tevahî gelan pîroz kir û li ser giringiya ziman sekinî.

Panel bi pirs û bersivan dawî bû.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi pêşengiya TZP-KURDÎ û KURDÎ-DER'ê bi hezaran kesên li ber avaniya Navenda Çandê ya Geverê kom bûn heta cadeya Cengîz Topel meşiyan û li ber Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş daxuyanî dan. Pankart û dowîzên "Gelê Kurd ne bê alternatîf e, em bi xweseriya demokratîk dibistanên azad ava dikin", "Gel bi zimanê xwe azad e" ve "Zanê Dimilkî wendis wazeme" hatin hilgirtin.

Piştî rêzgirtinê ji mamosteyên KURDÎ-DER'ê Aydin Koç axivî û Saman Naseem û birayên Efşarî yên li Îranê hatin darvekirin bi bîr anî. Koç wiha axivî: "Daxwaza gelê kurd ew e ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. mirov bi ziman çand û nirxên xwe bi rûmet e. Em ê kurdiya xwe bikin zimanê jiyanê."

MÊRDÎN

Nûnertiya TZP Kurdî ya Mêrdînê piştî meşê panel li dar xist. Piştî meşê ji rêveberên TZP Kurdî Husnu Acay axivî û roja zimanê dayike ya gelan pîroz kir. Acay bi lêv kir ku Îran, Sûriye û Tirkiye polîtîkayên xwe yên înkarkirinê yên li dijî zimanê kurdî didomînin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberên TZP Kurdî Mahîr Mîkaîloglu ve hate kirin de jî hate gotin ku êdî axaftinên ku ji bo roja ziman tên kirin têrê nake riyên din bên dîtin û bên xurtkirin.

Piştî daxuyaniyê girse derbasî avahiya KESK bû û li vir tevli panelê bûn.

MIDYAD

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî bi pêşengiya Egîtîm Sen'ê û bi piştgiriya HDP û DBP'ê daxuyanî hate dayîn. Ji egîtîm Sen'ê Fesîh Yeter axivî û bal kişand li ser zarokên ku zimanê wan ê dayikê ji tirkî cudatir in û anî ziman ku perwerdeya zimanê dayikê mafekî bingehîn e û astengkirina vê yekê binpêkirina mafekî mirovî ye. Yeter got ku li cihanê si milyonan zarokên ku zimanê wan Kurdî, Mihelmî, Suryanî, Lazî û Çerkezî ye hene.

MÛŞ

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê roja ziman bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Encumena Şaredariya Gimgimê Muzeyyen Işik axivî koroya zarokan a Şehîd Mordem stranên xwe gotin. Piştre girseya ku li ber avahiya DBP'ê kom bû bi pankartên "Bêzimanî bêîmanî ye" "Xwedî li zimanê xwe derkeve" "Zimanê me rûmeta me ye" hatin vekirin. Piştî meşê di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku ji bo mirovan ziman amûrekê herî bi hêz e, ziman hebûna civakê ye. Di bangkirin ku ti kes nikare zimanê gel qedexe bike ji ber ku ziman beden, hebûn û rûmet e.