Katalan ji bo referandûma ne fermî deng didin
Katalan ji bo referandûma ne fermî deng didin
Katalan ji bo referandûma ne fermî deng didin
Katalan ji bo referandûma ne fermî diçin ser sindoqan. Katalan, ji bo biryara veqetîna ji Îspanya ji bo referandûma ne fermî diçin ser sindoqan.
Li ber buroyên hilbijartinan ku gelek mirov kom bûne, hin Katalanan dema dengdan destpê kir bi çepikan pîroz kirin.
Her çiqasî daraza Îspanya dengdan li dijî destûra bingehîn dibînin jî, serokê herêma xweser Artur Mara got ku wê dengdan pêk were.
Serokwezîrê Îspanya Marîano Rajoy jî, got ku ku hikmê dengdanê nîne û banga “aqlê selîm” li Katalanan kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku referandûm li dijî destûra bingehîn e, lê gav bi lîderê Katalan Artûr Mar paşde neda avêtin.
Mar ji bo hikûmeta Îspanya got, "Wê çi bikin ez nizanim, lê eger kêm be jî xwedî aqlê selîm in, wê her gava wan rasterast li hember demokrasî û mafê bingehîn be.”