Ji Katalonan di referandûma sembolîk de daxwaza ‘serxwebûnê’

Ji Katalonan di referandûma sembolîk de daxwaza ‘serxwebûnê’

Li Katalonyayê ji bo serxwebûna hatiye qedexekirin, wek alternatîf dengdayîna gel hatibû pêkanîn û sembolîk be jî Katalanan eleqe nîşan da û serxwebûn xwest.

Wek berteka li dijî qedexekirina serxwebûnê, referandûmeke sembolîk pêk hat û di hezar û 300 sindoqî de deng hat bikaranîn. Li Katalonyaya ku 5 mîlyon hilbijêr hene saet di 18.00’an şûnde mîlyonek 970 hezar Katalan çûn ser sindoqê û bi daxwaza serxwebûnê deng bikaranîn. 

Çapemeniya nêzî herêma Katalonyayê got ku ji sedî 88 sindoq hatine hilbijartin û 1.6 mîlyonek kesî ji bo serxwebûnê gotiye ‘erê’.

Ji ber tehdîdên ku Dadgeh Destûra Bingehîn wê hilbijartinê qedexe bike û hikûmeta Madrîdê pêkanînên cezayî bike, referandûma li Katalonyayê ji aliyê dildarên refedandûmê ve hat sazkirin. Serokê Hikûmeta Herêma Katalonyayê Artur Mas ji referandûmê re pêşengî kir û tu peywirdarekî fermî cih negirt. Nêzî 40 hezar dildarî li ser sindoqan peywir girt.

Artur Mas got ku referandûm ji aliyê hikûmeta herêmî ve nehatiye sazkirin û di rewşa ku doz bê vekirin de berpirsiyarî dikeve ser milê wî.

Serokwezîrê Ispanyayê Marîano Rajoy roja Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber ku têkiliyeke hiqûqî ya referandûmê tune, bandoreke wê jî wê tunebe. 

Katalonyaya ku 7,5 mîlyon nifûsa wê heye û yek ji herêma herî bi hêz a aboriyê ya Spanyayê ye, wê duh referandûma serxwebûnê ya fermî bikira. Lê Dadgeha Destûra Bingehî referandûm betal kiribû.