Ji bo Charlîe Hebdo alîkariya malî zêde bû

Desteka ji bo kovara karîkatur a Fransayê Charlîe Hebdo, ku di 7'ê Çileyê de rastî komkujiya selefiyên tundraw hat, zêde dibe.

Desteka ji bo kovara karîkatur a Fransayê ya bi navê Charlî Hebdo, ku di 7'ê Çileyê de rastî komkujiya selefiyên tundraw hat, zêde dibe. Kovara ku beriya mehekê hejmara aboriyên wê bi qasî 10 hezar bû, hat ragihandin ku ev hejmar 200 hezar derbas kiriye.

Rêveberê Charlîe Hebdo Eric Portheault daxuyaniyek da medyayê û got, "hejmara aboneyên me 200 hezar derbas kir" û anî ziman ku ev hejmar 20 qat zêde ye ji hejmara beriya komkujiyê. Kovara heftane ya li firoşgehan bi 3 euroyî tê firotin, bi saya hatineya 70 euroyî ya aboneyan a salane re, bibe xwedî hatineyeke ji 14 mîlyonî.

Portheault da zanîn ku alîkariya piştî komkujiyê ji kovarê re hat kirin gihaştiye 2 mîlyon 370 hezar euroyî. Rêveberê Charlîe Hebdo da xuyakirin ku hemû alîkariyên tên kirin wê li malbatên karîkaturîst û xebatkarên din ên di komkujiyê de hatin kuştin, bê kirin.

Heman piştî komkujiyê, hejmara kovara Charlîe Hebdo ya 14'ê Çileyê bi 7,3 mîlyon hejmarî hatibû çapkirin. Tîraja kovarê di hefteyên piştre de 7 mîlyon derbas kiribû. Tîraja kovarê ya beriya komkujiyê li derdora 50 hezarî bû.