Îran û Rûsya, ji bo du tesîsên nukleerî li hev hatin

Îran û Rûsya, ji bo du tesîsên nukleerî li hev hatin

Bi welatên 5+1 re ku xebatên Îranê yên nukleerî tên destgirtin û muzakerekirin Îranê bi Rûsya re peymaneke nû ya santralê mohr kir.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mehr, Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê  Elî Ekber Salehî di serdana xwe ya Moskowa de, ji bo li eyaleta Buşehr a Îranê du santralên nû yên nukleerî bên avakirin li hev kirine. Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de tê gotin ku bi peymanê re dibe ku hejmara tesîsên nukleerî hê zêdetir bibin.

Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, Alî Ekber Salehî, di civîna xwe ya li Moskowayê de diyar kir Meclîsa Komara Îslamî ya Îranê saziya wan ji bo 20 hezar megavat hilberîna elektrîka nukleerî wezîfedar kiriye, bi vê rêwîtiyê re ji bo du tesîsên enerjiya nukleerî ya nû bi Rûsya re wê peyman bê mohrkirin.

Salehî di dewama daxuyaniya xwe de aşkera kir li armanca wan ev e ku li Buşehr 5 tesîsên nukleerî ava bikin. Lê li gor peymanê piştî 2 tesîs bên temamkirin wê dest bi yên din bikin.