ILO: Zêdebûna heqdestan di 2013 de ma
ILO: Zêdebûna heqdestan di 2013 de ma
ILO: Zêdebûna heqdestan di 2013 de ma
Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ILO aşkere kir ku li welatên aboriya wan pêşketî yên cîhanê zêdebûna heqdestan ji sala 2013 ve rawestiyaye.
Rêxistinê destnîşan kir ku li welatên di sala 2013 de aboriya xwe ji sedî 0,2 mezin kirin, lê şert û mercên heqdestan jî hîna jî mîna sala 2007 û li hin ji van welatan li şûna zêdebûnê, heqdest kêmtir dibin.
ILO da zanîn ku li hin welatan jî di warê zêdekirina heqdestan de hîna negihiştine sala asta sala 2007 û li watên mîna Spanya, Îrlanda, Îtalya, Japonya û Îngilîstanê asta heqdestan dadikeve.
ILO destnîşan kir ku li van welatên navborî di aboriyê de hedîbûnekê jî tê dîtin.
Dema mirov li gorî herêman dabeş bike, di sala 2013 de, li Asyayê ji sedî 6, li Rojhilatê Ewropa û Asyaya Navîn ji sedî 5.8 zêdebûn di heqdestan de çêbû, li Amerîkaya Latîn û Karayipan jî ji sedî 0.8, li Efrîka 0.9 heqdestê karker û kedkaran zêde bû.
Li Rojhilata Navîn jî ji sedî 3.9 heqdest hate zêdekirin.